Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Jimareke Operasyonan de 291 Kes li Tirkîyê Hatin Girtin


Polîsên Tirk li Sirucê xwepêşandarek desteser dikin, Tîrmeh 21, 2015.
Polîsên Tirk li Sirucê xwepêşandarek desteser dikin, Tîrmeh 21, 2015.

Karbidestên Tirk dibêjin, di jimareke operasyonên hember DAIŞ û PKK de 251 kes li seranser Tirkîyê hatin girtin.

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu got, li 16 bajarên welêt bi beşdarbûna helîkopteran operasyonên hevdem hatin kirin û di encamê de 297 kes hatin binçav kirin.

Ev operasyon di vê demê de tên ku raportên medyayî dibêjin Tirkîye qayil bû ku Bingeha Esmanî ya Încîrlîk ji firokên Amerîkî re veke ku hember DAIŞê êrîşan pêk bîne.

XS
SM
MD
LG