Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Pêketîyên Herî Zêde yên Vîrusa Korona Kesên Xizan In


Coronavirus Turkey
Coronavirus Turkey

Komala Sifir Cudakarî (Sifir Ayricalik) di derheqê vîrusa korona de destnîşan kir ku vîrus dê herî zêde bandorên xirab li ser Romanan û mirovên xîzan bike.

Herwiha li gorî komalê derfetên xweparastina Roman û mirovên xîzan dijî vîrusa korona kêmtir in. Komale tedbîrên ku di vê çarçoveyê de hati standin ji kêm dibîne.

Di heman demê de hat dîyar kirin ku jibo pêşîlêgirtina korona bi girtina hin kargehan dîsa herî zêde bandor li ser kesên xîzan kir. Jiber ku Roman û kesên xîzan karên xwe winda kirin, nikarin debara xwe bikin û derfetên paqijîyê jî kêm in.

Elmas Arus
Elmas Arus

Seroka Komala Sifir Cudakarî Elmas Arus ji Dengê Amerîka re got ku jiber vîrusa korona divê dewlet alîkarîya Romanan û mirovên xîzan bike.

“Hemû rêxistinên Romanan bi heman pirsgirêkê li komalê digerin. Beyî alîkarî û di derfetên destên wan de herî zêde dikarin du mehan xwe li ser pîyan bisekinin. Piştî du mehan qeyran wê zêdetir li ser Romanan û mirovên xîzan xuya bike. Jiber ku ti mal û milkê van kesan tuneye.”

Arus jibo pêşîlêgirtina qeyraneke mirovî jî xwest ku dewlet û sazîyên civaka sivîl gavan bavêjin.

“Divê lez û bez, tedbîr werin standin. Divê jibo mirovên xîzan alîkarîya pereyan were kirin. Deynên avê, elektrîkê û kirêya malên wan hene. Jibo van koman pêwîste deynên av û elektrîkê neyên standin. Jiber vê yekê jî tenê alîkarîya erzaqê tere nake. Li alîyê din ve jî barê dikeve ser milê sazîyên civaka sivîl ewe ku kesên hewcedar tespit bike û alîkarîyan dewlet an jî reveberîyên heremî bigihîne van kesan.”

Hêjayî birxistinê ye ku hejmareke zelal ya Romanan li Tirkîye tuneye. Lê li gor hin zanyarîyan jî nêzî 2 mîlyon û nîv Roman li Tirkîyê dijîn û beşek kêm ji wan hêj jîyana koçerîyê didomînin.

MEB_30_03_2020_Korona_Elmas_Arus
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00


XS
SM
MD
LG