Tirkiyê roja Sêşemiyê piştî ku ji ber vîrusa koronayê hejmara miriyan gihîşt 37an,di derbarê demjimêrên vekirina firoşgehan û hejmara kiryarên firoşgehan de û rêwiyên otobusan de biryara zêdekirina tedbîrên nû dîyar kir.
Enqere berî niha jî bi armanca rawestandina belavbûna vîrusa koronayê, dibistan, kafe û bar girtibû , duayên girseyî qedexe kiribû û pêşbaziyên werzîşê betal kiribû, di heman demê de bi gelemperî firînên bo gelek welatan jî rawestandi bû.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hejmara nû ya di 24 saetên dawîn de ragihand û got ku hejmara bûyerên piştrast roja Duşemê 293 zêde bûye û gihîştiye 1,529-an, û bi tevahî zêdetirî 24,000 test hatîye çêkirin.
Di heman demê de, Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de tedbîrên nû ragihand. Li gor wan tedbîran firoşgeh dê di navbera 9 ê sibehê û 9ê êvarê de, were vekirin û bo her 10 m2'yê firoşgehê divê tenê yek kiryar hebe.
Otobusên ku li nava bajaran û navbera bajaran de dixebitin, dê bi qasî ji sedî 50 kapasîteya xwe rêwiyan bi hiştina durahiyek navbera wan de, bikaribe qebûl bike, di daxuyaniya wezaretê de tê gotin.
Her wûha, wezîrê tenduristiyê roja Seşemî'yê got ku Tirkiye dê 32,000 karmendên tendûrîstîyê yên nû dest bi kar bixîne û hinardekirina maskeyan bidin rawestandin da ku bikaribin di hindirê Tirkîyê'de zêdetir belav bikin. “