Li Tirkîyê hejmara nexweş û mirîyên COVID-19 bi berdewamî zêdetir dibe û li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîyê heta niha 11, 820 kes jîyanên xwe ji dest dane.
COVID-19 li seranser Tirkîyê û bi taybetî jî herî pir li Enqer, Stenbol û Îzmîr belav bûye.
Hember xirabtirbûna rewşa korona, hikûmeta Tirkîyê tedbîrên nû yên pêşîgir ragihandin û derketina derve ya di dawîya hefteyan de ji 20:00 heta 10:00 wê qedexe be.
Dîsa, mol, porbir (berber) dê di navbera 10:00 û 20:00 de vekirî bin û salonên sînemayê dê heta dawîya salê girtî bin.
Perwerdeya li dibistanan wê heta dawîya salê bi awayekî onlayn bidomin.
Dr. Ahmet Sonmez ji Dengê Amerîka re got ku ew ne geşbîn e ku tedbîrên ku dewlet niha digire wê feydeyên mezin bînin.
Sonmez bal dikşîne ku COVID-19 ser pîskolojîya mirovan bandorên rasterast dike.
“COVID-19 niha li hemû dinyayê pêvajoyeke kronîk pêk tîne. Ev yek jî li ser derûnîya mirovan bandoreke nêyînî derdixe. Dema kesek nexweş nebe jî, ji alîyê derûnîyê ve dikeve bin bandora vê nexweşîyê. Divê em di vî warî de jî haydar bin.”