Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Odeya Doktorên Stenbolê Raportekî Ser Cûreya Omicron Eşkere Kir


Odeya Doktoran ya Stenbolê ku girêdayî Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) e jibo eşkerekirina encamên anketa “Di nav doktoran de piştî cureya vîrusa korona ya bi navê Omicron de rêje, zêdebûna pêketîyan û vaksînkirina doktoran” li avahîya xwe ya taxa Fatîh preskonferansek lidarxist.

ÎTO di heman demê de balkişand ser rewşa dawîn ya Stenbolê jî ku sazî vî bajarî wek navenda vîrusa korona bi nav dike.

Di daxuyanîyê de pêşî Endamê Komîsyona Odeya Doktoran ya Stenbolê Dr. Guray Kiliç axifî û wî dîyar kir ku pêla nû ya cureya Omicron wek hemî cîhanê Tirkîye jî xistîye bin bandora xwe.

Kiliç di berdewamî ya axaftina xwe de da zanîn ku ev 3 hefte ye hejmara rojane ya nexweşan ji 60 hezarî derbaz bûye û got ku di hefteya dawî de rêjeya pozîtîfbûna testê ji sedî 15 derbaz bûye.

“Wekî ku Wezîrê Saxlemîyê Fahrettîn Koca jî li xwe mikur hat, Stenbol bi hefteyan e bûye navenda pandemîyê. Li Stenbolê pêketîyên vîrusa korona yên hefteyî hatin ragihandin ku ji destpêka pandemîyê heta niha gihîştîye asta herî jor. Li nexweşxaneyan xizmetên vîrusa korona kêm in û servîsên nexweşîyê jî tije ne.”

Dîsa Kiliç bal kişand ser rewşa dawîn ya doktoran jî û wiha got, “Hevalên me jiber zêdebûna kar û barê nexweşîyê û herwiha jiber rewşa ne ewle ya kar westîyane. Vîrusa ku ji destpêkê ve nehat kontrolkirin, belavbûna xwe didomîne û dikuje.”

Piştî axaftina Kiliç, Seroka Odeya Doktorên a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp jî anî ziman ku vaksînkirin bûye sedema kêmbûna mirina doktoran.

Saîp jî di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser kêmahîyên hikûmetê yên di tedbîrên vîrusa korona de û dîyar kir ku divê êdî hikûmet û bajarvanî, jibo vaksînkirina civakê zêdetir xebatan bike.

“Mixabin desthilat tedbîrên dijî belavbûna vîrusa korona nastîne. Mînak testên PCR jibo otobusan nayê xwestin, lê heman tişt jibo rêvîtîyên firokan tê xwestin.”

MEB_1_26_22_ÎTO_Anket_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00
XS
SM
MD
LG