Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim kuştina xwepêşanderên Fîlîstînî ji alîyê hêzên Îsraîlî ve şermezar kir û got ku Amerîka di wê tawankarîya dijî mirovahîyê de şîrika Îsraîlê ye.
“Cîhê daxê ye ku Amerîka bi qureyî, li kelêka rêvebirîya Îsraîlê sekinîye ku sîvîlên Fîlîstînî dikuje. Loma jî ew havkara wan kuiştinkarîyên dijî mirovahîyê ye,” Yildirim li Enqerê got.
Yildirim dîyar kir kir ku rewşa xirab li herêmê hîn xirabtir be. “Ev provokasyon rewşa aloz hîn xirabtir bike, di peywendîyên Îraîlî û Fîlîstînîyan de wê birîneke kûr veke û pêkanîna aştî wê hîn dijwartir bike.”
Yildirim îdia kir ku Serokê Amerîka Donald Trump, bi veguhastina balyozxaneya Amerîkî ji Orşelîmê re hewil dida ku bala bîragiştî ji ser kêşeyên navxweyî rake.
“Trump hewil dida ku bi vexstina agirekî li derve, agirê nav malê veşere,” Yildirim got.