Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Sînorê Sûrîyê li Firokek Dixe û Ew Tîne Xwarê


Tirkîye dibêje, firokên wê li balafirek, ku xwedîyê wê nayê zanîn, xist û ew li nêzîkî bajarê Kîlîsê anî xwarê.

Artêşa Tirkîyê ragihand ku balafira gêrkirî li nêzîkî sînorê Sûrîyê, bê îzina wê ket nav qada wê ya esmanî.

Artêşa Tirk di daxuyanîyeke nivîskî de got, tevî sê hişyarîyan firoka ku hatiye xistin bersîv nedaye, loma jî hêzên Tirk li ew firok xist û anî xwarê.

Televîzyona NTV ragihand ku firoka behskirî, balfireke bêfirokevan bû û 3 km nav tixubê Tirkîyê hate gêr kirin.

XS
SM
MD
LG