Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Cezayê Dirêjîya Jînê li 104 Darbekarên Berguman Dibire


Dadgeheke Tirk îro Duşemê, cezayê zindana bi dirêjîya jînê li 104 bergumanan birî ku tê îdîa kirin di darbeya leşkerî ya Tîrmeha 2016’an de cîh girtine.

Ajansa AFP ragihahd ku dadgeha Îzmîrê "cezayê girankirî ya zindana bi dirêjîya jînê" li karmendên berê yên artêşa Tirk birî, bi sedema ku wan hewil daye sîstema destûrî birûxînin.

Di nav bergumanên ku cezayê dirêjîya birine de, fermandarê giştî yê berê ya hêzên esmanî, general Hasan Huseyîn Demîraslan û qumandarê giştî yê artêşa Derya Ege, general Memduh Hakbîlen jî hene.

Hêjayî bîrxistinê ye ku bi giştî 280 endamên artêşê, di doza cîhgirtina darbeya têkçûyî de tên dadgeh kirin.

Li gor ofîsa seroktîya Tirkîyê, pirtir jî 240 kes û 24 darbekar di hewila darbeyê de hatibûn kuştin û ji 2,000 zêdetir kes birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG