Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Tirkîyê yên Ser Efrînê Didomin


Hêzên Tirk îro Duşemê êrîşên xwe yên ser Efrînê didomînin ku YPG ji herêma Efrînê derxînin û karbidestên Tirk jî îdia dikin ku operasyona wan dê di demeke nêzîk de were temam kirin.

Cîgirê serokwezîrê Tirkîyê Mehmet Şîmsek jî got ku operasyona leşkerî dê gefa terorîzmê kêmtir lawaztir bike.

Serkwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim jî got ku armanca operasyona wan avakirina korîdoreke 30 km ye ku sînorên Tirkîyê ji êrîşan biparêze.

YPG jî ragihand ku li bakurê rojavayê Efrînê pevçûn bi artêşa Tirk re derketine.

Ajansa ANHA ya Kurdî ragihand ku di êrîşên artêşa Tirk yên li ser herêma Efrînê de herî kêm 17 hemwelatîyên sîvîl jîyana xwe hinda kirin, gelek kesên din jî birîndar bûne.

ANHA da zanîn ku di roja sisêyan ya êrîşên esmanî de heta niha 7 jê zarok, bi kêmî ve 17 sîvîl jîyana xwe ji dest dane.

Di nav cihên ku hatine armancgirtin de xwedîkirina mirîşkan, kampa penaberan û malên sîvîlan jî hene.

XS
SM
MD
LG