Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Perwerdeya Tirkîyê Jibo Zimanê Kurdî Têne 3 Mamoste Werdigire


Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkîyê
Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkîyê

Wezareta Perwerde ya Tirkîyê ragihand ku ewê 20 hezar mamosteyên nû wergire û ji wan sê jî jibo zimanê Kurdî hatiye veqetandin.

Ji wan 3 mamosteyan 2 jibo zaraveya Kurmancî û yek jî jibo zaraveya Zazakî/Dimilkî ye.

Pisporên zimanê dîyar dikin ku tene sê mamoste jibo ewqas Kurd pir hindik e.

Tevî ku zimanê Kurdî li Tirkîyê zimanê duyê yê herî pir tê axaftin e, hejmara kêm a mamosteyan jî di nav Kurdan û partî, rêxistin û sazîyên wan de jî dibe sedema nerazîbûnan.

Serokê Komela Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Suphî Ozgen dibêje ku erkdarkirina tenê 3 mamosteyan xeterîyeke mezin û nedîtina zimanê Kurdî ye.

Suphî Ozgen
Suphî Ozgen

“Jibo zêdekirina vê hejmarê pêwîst e sendîka, baro, sazîyên Kurdî û her çalakvanê zimanê Kurdî bi hevre helwest nîşan bidin. Di vê navberê de ez bang li Kurdên ku ev 20 sal in di nav partîya desthilatê de ango di AKP’ê de cîh girtine û hin jî dikin û Kurdên deng dane vê partîyê jî dikim ku pêwîst e vê rewşê rexne bikin û daxwaza zimanê Kurdî bikin.”

Ozgen herwiha bal dikşîne ser dersa bijartî ya zimanê Kurdî, bijartina zêde ya îsal ya li dibistanên Tirkîyê jî û ew tînê ziman ku tevî vê yekê jî hejmara mamosteyan tenê 3 kes in.

“Îsal tevî hejmara zêde ya bijartina zimanê Kurdî jî hejmarek kêm mamoste hatin wergirtin. Emê îsal dîsa serî li Wezareta Perwerdeya Tirkîyê bixin. Ji xeynî vê jibo ku helwesteke hevpar û bibandortir emê bi hemî sazîyên li ser zimanê Kurdî dixebitin, sendîka û baroyên heremê re jî bikevin têkilîyê.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor heman daxuyanîya Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê jibo ziman û edebîyata Erebî 175, jibo Îngilîzî 1004 û jibo Almanî 1 mamoste dê werin wergirtin.

MEB_7_5_22_Kurdi_3_Mamoste_Erkdarkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00

XS
SM
MD
LG