Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Devera Zergan ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Topbaran Kir


Devera Zergan
Devera Zergan

Artêşa Tirkîyê Îro Çarşemê navenda bajarokê Zerganê li bakur û rojhilatê Sûrîyê bi bêhtirî 25 topan kir armanc.

Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka ji çavkanîyên bajarê Zerganê ku bêtir ji 23 top li taxa başûrî bajêr ketin.

Rojnamevan Muntesir Mîrzo, ku li Zerganê dimîne, got ku di encama topbaranê de taxa başûr bi giştî hat rûxandin, lê zîyanên canî tunebûn.

"Nanpêjgeha ku xizmeta niştecîhên taxê dikir, hat rûxandin. Taxa başûrê Zirganê jî ji kokê hat rûxandin," Mîrzo got.

Li gor hin çavkanîyên xwecîhî ku ji Dengê Amerîka re got, ew êrîş di demekê de dibin ku çekdarên Artêşa Netewî ya Sûrî hewil didin ku ligel malbatên xwe ji Serêkanîyê û Girêsipî derkevin, lê Tirkîyê rê nade wan.

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Dengê Amerîka re got ku çekdar dixwazin vegerin deverên xwe yên li gundewarên Şamê, Humsê û deverên din yên Sûrîyê, lê Tirkîyê rê li ber wan digire.

"Çekdarên ku dixwazin vegerin cîhên xwe yên resen ji li Serêkanîyê dorpêçkirî mane," Ebdulrehman got.

Çavkanîyek ji herêma Til Temirê, nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku hejmarek ji wan çekdaran bi rêkên qaçaxî derbazî herêmên HSD bûne û çekên xwe radest kirine, paşre ji herêmên HSD ber bi herêmên navxwe li Sûrîyê hatin veguhestin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 2019’an de artêşa Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên bi ser wê ve di encama oprasyona Kanîya Aştîyê de, herêma Serêkanîyê û Girêsipî kontrol kiribûn.

Ji wê demê heta niha, herêma Til Temir, Zergan û rêya M4 li bakurê Sûrîyê bû xeta cûdekar di navbera HSD û artêşa Tirkîyê de û ew ew dever berdewamî rastî topbarandin û pevçûnan tê.

Jibo guhdarkirina li raportê fayla deng vekin

ZO_02_26_2025_Zergan_Eris
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00
XS
SM
MD
LG