Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Endamtîya Tirkîyê ya di Komîteya Mîrasa Cîhanê ya NY de Rexne Dikin


Tirkîye hefteya borî jibo endamtîya Komîteya Mîrasa Cîhanê (World Heritage Committee)ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerde ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hate hilbijartin.

Pisporên şûnwaran endamtîya Tirkîyê rexne dikin jiber ku Tirkîye û komên çekdar yên bi ser wê ve, binpêkirinên berfireh derheqa şûnwar û cîhên dîrokî li herêma Sûrîyê û bi teybetî li Efrînê pêk tînin.

Prof. Dr. Azad Hemoto akademîsyen û şûnwarzan, ji Dengê Amerîka re dibêje ku Tirkîyê gelek şûnwarên Sûrîyê û yên Efrînê jî di nav de rûxandine û dizîne.

“Loma guman heye ku Tirkîyê vê endamtîya xwe di Komîteya Mîrasa Cîhanê de jibo veşartina binpêkirinên xwe bikar bîne, daku gilî û lêpirsîn li dijî wê neyên vekirin”.

Dr. Hemoto ku pir vekolîn di gir û gundên Kurdan de li Sûrîyê tevî şandên şûnwarîyê yên bîyanî, kirine, balê dikşîne ku Tirkîye berê jî bûye endama vê komîteya UNESCO'yê û ew cîh jibo berjewendîyên xwe bikar anîye.

“Li Asyaya Biçûk anku niha weke Tirkîye tê zanîn, çand û şûnwarên gelên Kurd, Ermen, Yunan û Roman gelek in, lê Tirkîyê dest danîye ser wan û weke mîrata xwe bi nav dike, mîna çawa muzexane anku kenîseya Ayasofya (Hagia Sophia) veguherî mizgeft.”

Komîteya Mîrasa Cîhanê sala 1977'an hatîye damezrandin û ji nûnerên 21 welatan pêk tê.

Komîte biryarê li ser pêşnîyarên welatên ku dixwazin şûnwarên xwe bixin nav lîsteya mîrata cîhanê dide. Herwiha ji erkên komîteyê ye ku çavdêrîya rewşa parastina şûnwarên ku di vê lîsteyê de ne, bike.

Pispora dîrok û şûnwaran Rewan Cûmî jî dîyar dike ku Tirkîye cîhê xwe di nava sazî û rêxistinên navneteweyî de jibo nuximandina li ser zêdegavîyên derheqê şûnwaran de, bi kar tîne.

“Di demekê de ku Tirkîye bûye endama Komîteya Mîrasa Cîhanê, lê artêşa wê û çekdarên pêve girêdayî bi awayekî sîstematîk mîrata dîrokî û şûnwarên li herêma Çîyayê Kurmênc, wêran dike”, Cûmî dibêje.

Şûnwarzan û rêxistinên hiqûqî dîyar dikin ku, jerkî Tirkîyê Efrîn sala 2018'an dagîr kirîye, bi dehan gir, cîhên dîrokî û şûnwarên ji serdemên kevnar li herêmê, hatine rûxandin û kolandin, herwiha antîka, gencîne û defîne hatine dizîn û talan kirin û bi rêya Tirkîyê derbazî bazara reş bûne.

Eyndarê berî êrîşa Tirkîyê
Eyndarê berî êrîşa Tirkîyê

Cîhên dîrokî weke Şikefta Duderî ya ji serdema Neanderthal, Gir û Perestgeha Eyndara, Girê Cindirêsê, Kela Horî anku Sîros, herwiha şûnwarên (Bajarên Bîrbûyî) li Çîyayê Lêlûn weke, Beradê, Kelotê, Xirab Şemsê û Kela Seman bûne armanca dizîn û talanê ku serdestên Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê.

Dr. Azad Hemoto dîyar dike ku xebateke çandî û qanûnî divê were kirin, jibo şopandina rewşa şûnwarên Efrînê û Sûrîyê bi tevahî, ku ji alîyê Tirkîyê ve rastî binpêkirinan tên.

Eyndarê piştî êrîşa Tirkîyê
Eyndarê piştî êrîşa Tirkîyê

“Tirkîye îro di Komîteya Mîrasa Cîhanê ya UNESCO'yê de cîh digire, divê sazî û rêxistinên sivîl givaştinê bixin ser wê ku bi erka xwe rabe, jiber ku deverên bin kontrola wê de li Efrîn û Îdlibê tijî cîhên dîrokî ne.”

Hêjayî gotinê ye ku 6 cîhên dîrokî li Sûrîyê di nava lîsteya mîrasa cîhanî ya UNESCO'yê de ne ku beşeke mezin ji cîhên şûnwarî yên li Efrînê di nava wan de ne.

Herwiha her yek ji, bajarê Helebê yê kevin, bajarê Şamê yê kevin, Tedmur anku Palmyra, Bosraya kevnar li başûrê Sûrîyê, herwiha herdu Kelayên Selahedîn û Husina Kurdan li navenda Sûrîyê, di vê lîsteya navborî de ne.

XS
SM
MD
LG