Medya Swêdî û Tirkî radighînin ku hikûmeta Tirkîyê lîsteke kesên daxwazkirî daye hikûmeta Swêdî.
Tirkîye radestkirina wan kesna wek yek jî şertên erêkirina endamtîya Swêdê ya NATOyê dibîne.
Yek ji wan kesan çalakvan Eda Duzgun e ku ji Dengî Amerîka re dibêje ku Tirkîye sîyaseta şantajê ji Swêd, Fînlandîya û hemî endamên NATO re dike.
"Erdogan dixwaze hemî sîyasetvanên Kurd ku mafên xwe yên bingehîn, azadîyê diparêzin, di nava rayagiştî de reş bike," Duzgun dibêje.