Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nîqaşên Dor Sîstema Qubeya Pola ya Tirkîyê Çi Ne?


Tirkîyê di sala 2019’an de ji Rûsyayê sîstema parastinê ya S-400 kirîbû û ev yek di navbera Tirkîyê û Amerîka de bûbû sedama krîzê. Lê, vê carê jî S-400 li hemberî teknolojîya Tirkîyê ya Qubeya Pola (Steel Dome) bu sedema krîzeke nû.

Sîstema parastina esmanî, ku Tirkîyeyê bi teknolojîya xwecîhî pêş xistîye, navê wê “Qubeya Pola” (Çelik Kubbe) lê danî. Ev sîstema nû wek “mîmarîyeke yekgirtî” tê binavkirin û karê parastina hewayî yên li bilindîyên cûda dike.

Rêvebirîya Ragihandinê piştrast kir ku “Qubeya Pola” bi xwecîhî û neteweyî hatîye pêşxistin.

Li gor jêderan di bingeha vê Qubeya Pola de mînaka Îsraîlê ya Qubeya Hesin (Iron Dome) cî digire.

Zanayên teknolojîyê radigîhînin ku Qubeya Pola li gel teknolojîya S-400 nagunce û di navbera her duyan de pêkan e ku nakokîyên mezin pêk werin.

Pisporê têkilîyên navnetewî Alî Fuat Gokçe ji Dengê Amerîka re dîyar dike ku S-400 berevajîya Qubeya Pola ye.

“Niha ne pêkan e ku S-400 di projeya Qubeya Pola de cîh bigire. Yekbûna vê sîstemê jî hinek zehmetîyan derdixe holê. Tirkîye plan dike ku pergalên xwe yên parastina hewayî yên navxweyî û neteweyî di çarçoveya Qubeya Pola de bi kar bîne.”

Gokçe dîyar dike ku Almanya û Amerîka berîya niha jî li ser bikaranîna S-400’an nerazîbûnên xwe anîn ziman, lê Tirkîye hê jî bi biryar e ku S-400’an li herêmên krîtîktir bi kar bîne ku ev jî dijberî sîstema parastina Qubeya Pola ye.

Nîqaşên li ser Qubeya Pola û S-400 di nav medyaya Tirkîyê de jî cîyekî girîng digire.

Rojnamevan Murat Yetkîn di nivîsa xwe ya Medyascop’ê de ragihand ku heke S-400 li gor sîstema Qubeya Pola were entegre kirin, ev yek wê di navbera endamtîya NATO’yê de jî bibe sedame kêşeyan.

Li gor akademîsyen Doç. Dr. Ekem Onen, Tirkîye bi vê projeya Qubeya Pola dixwaze ku bi Amerîka re bazarê bike.

“Berî endamtîya Swêdê ya li NATO Amerîka gotibû ku emê F-16 bidin. Li ser vî jî Tirkîyê endamtîya Swêdê erê kir. Lê piştî ku Swêd bû endam, Amerîka dayîna F-16’an texîr kir, lê wê bide nede hê zelal e. Bi ya min Tirkîye bi vê projê dixwaze ku ligel Amerîka bazarî bike û F-16 bigire.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye di sala 2017’an de sîstema S-400 bi 2.5 mîlyar dolarî kirîbû û Rûsyayê jî di sala 2019’an de radest kiribû.

Ev kirîn bû sedem ku Amerîka di çarçoveya CAATSA de toleyan li ser Tirkîyê bisepîne û wê ji bernameya F-35’an dûr bixe.

ED_08_12_2024_S400_Qubeya_Pola
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00
XS
SM
MD
LG