Firokên şer yên Tirkîyê derengîya şeva Sêşemê du xalên li devera Dêrikê ya bakur û rojhilata Sûrîyê kir armanc.
Li gor agahîyên xwecîhî, derdora saet 8’ê êvarî firokên şer yên Tirkîyê îstasyona çaran ya elektrîkê li gundê Girê Kendal yê ser Dêrikê ve kiriye armanc.
Çavkanîyan got ku du top li îstasyonê ketine, ya yekê îstasyon wêran kir û ya duyê jî hîn ne peqîyaye.
Herwisa hate zanîn ku zevîyek petrolê li gundê Teqilbeqilê yê girêdayî Dêrikê jî ji alîyê firokên Tirkîyê ve hat armanc kirin.
Medyaya nêzîkî Rêvebirîya Xweser ragihand ku di encama topbarandinê de çar kes birîndar bûn û hatin veguhestin nexweşxaneya Dêrikê.
Hêjaye gotinê ye ku di heman demê de firokên şer yên Tirkîyê devera Şengalê û kampa Mexmûrê li Herêma Kurdistana Îraqê armanc kirin.
Wezareta Berevanîya Tirkîyê jî bi daxuyaniyekê ev agahî piştrast kir.
“Bi armanca jinavbirna gefeyên PKK, KCK, YPG yên ser ewlekarîya sînor di çarçoveya mafê wan yê berevanîkirina li xwe wan opersyonek encam daye, bi taybetî ew cîhên ku ew kom wekî bingeh ji xwe re dibînin, ew jî Şengal, Dêrik û Qerecox,” daxuyanîyê got.
Lê hat zanîn ku yek birîndarên topbarana Girê Kendal karmenedekî sivîl yê stasyona elektrîkê bû.
Di encama de topbarana Tirkîyê de elektrîk ser devera Koçerat bi tevahî hat birîn.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov derbarê bûyerê got ku di encama wê topbarana de du şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) birîndar bûn.
Hemdem, firokên şer yên Tirkîyê û herwiha firokên wan yên bêmirov (dron) devera Şehbayê jî topbaran kir.
Li gor agahîyên xwecîhî, şeş gund li Şehbayê hatin armanc kirin, lê nehate zanîn asta zîyanan çi ye.