Parlamana Tirkîyê sibê Çarşemê wê jibo hilbijartina serokê meclîsê kom bibe.
Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Baş, Partîya Çep ya Kesk û Partîya Karkeran ya Tirkîyî (TÎP) dê bi berbijarên xwe herin hilbijartinê.
Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku ewê piştgirî bide berbijarê AKP’ê Numan Kurtulmuş û berbijar dernexist.
CHP jibo seroktîya parlamanê parlamanê xwe yê Enqerê Takîn Bîngol, Partîya Çep ya Kesk parlamantera xwe ya Edenê Tulay Hatîmogullari Oruç, Partîya Baş jî parlamanterê xwe yê Stenbolê Cîhan Paçaci kir berbijar.
Berbijarê TÎP’ê, ku li parlamanê 4 kursîyên wê hene, parlamanterê Hatayê Can Atalay e ku jiber doza Gezî Parkê li girtîgehê ye.