Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hin Partîyên Sîyasî Cejna Hevdu Nekir


Rêvebirên HDP û DEVA eyda hevdu pîroz dikin
Rêvebirên HDP û DEVA eyda hevdu pîroz dikin

Li Tirkîyê di her cejnê de partîyên sîyasî jibo pîrozkirinê eydê serdana hevdu dikin, lê pirsgirekên di nav hin partîyan de heye di cejna qurbanê de jî xwe nîşan da.

Li Enqerê di roja duyê ya cejnê de CHP, Partîya DEVA, Partîya Dahatû, Partîya Saadetê û Partîya Cîwan (Genç Partî) li navenda giştî serdana HDP’ê kirin.

Ev partî ji alîyê parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Endama Meclîsa Partîyê Latîfe Kahya û Metîn Ugurlu ve hatin pêşwazî kirin.

Jiber mirina bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, zîyaretvanan hem ji HDP’ê re sersaxî xwestin û hem jî li ser rewşa sîyasî, hilbijartina ku li pêşîya wan disekine, nêrînên xwe parve kirin.

HDP’ê jî bi şandeyeke çû serdana wan partîyan, lê HDP’ê serdana AKP, MHP û Partîya Baş nekir.

Demek e dirêj bû ku di navbera AKP û CHP’ê de cejin nedihat pîroz kirin, lê di vê cejnê de AKP û MHP’ê serdana CHP’ê û CHP’ê jî serdana AKP û MHP’ê kir.

Di eyda çûyî de di navbera AKP û Partîya Başda cejn nehatibû pîroz kirin, lê di vê cejnê de her du partî serdana hevdu kirin, lê di navbera Partîya Baş û MHP’ê de serdan çênebû.

Du partîyên ku girseya wan ji Kurdan pêk tê, HDP û HUD-PAR jî cejna hevdu pîroz nekir.

Pirsgirêkên HDP’ê ku di navbera AKP, MHP û Partîya Baş de û herwiha problemên navbera Partîya Baş û MHP’ê di vê eydê de careke din eşkere bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Partîya Ciwan (Genç Partî) cara yekê serdana HDP’ê dike.

Tevî ku ev partî di destpêkê de di nav lîsta serdanê de tune bû, şandeya wê partîyê li navenda HDP’ê ragihand ku ew bi daxwazên serokê damezirîner, Cem Uzan hatine serdanê dikin û wan silavên Uzan pêşkêşî HDP’ê dikin û herwiha sersaxî ji HDP’ê re dixwazin.

ED_11_07_2022_Pirazbahî_Sîyaset.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00
XS
SM
MD
LG