Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Tirkîyê Helwesta Polîsan ya Dijî Hevserokên HDP'ê Rexne Dike


Medya Tirkîyê radigihîne ku polîsan îro Duşemê jî may li protestoya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiriye.

Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar xwestin ser sîleya polîs li serokê partîyê yê Stenbolê Ferhat Encus xistî, protestoyekê li dar xin.

Buldan û Sîncar dîyar kir ku desthilata sîyasî li Tirkîyê împaratorîya sûcan ava kiriye.


Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Twitterê helwesta dijî hevserokên HDPê rexne kir.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku divê rê li ber sîyaseta demokratîk neyê girtin.

Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ser ablukaya polîsan got ku dijî hiqûqê ye.

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu jî got ku abluqaya li dora serokê partîyekê nayê qebûl kirin.

Wî da zanîn ku hin sîyasetvan li Enqerê heyetan dişînin ba HDP'ê, lê li Stenbolê jî dora wan digirin ku ev dûrûtî ye.

Walîtîya Stenbolê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku wan ser bûyerên do Yekşemê li Kadikoyê çêbûne, dest bi lêpirsînê kiriye.

XS
SM
MD
LG