Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li civîna Qesira Çankaya kabîneya nû dîyar kir.
Kabîneya ku ji 17 wezaretan pêk tê, xencî Wezîrên Saxlemîyê û Wezîrên Turîzmê 15 wezîrên nû tê de cî digirin.
Di nav wan de çar wezîrên nû herî zêde balê dikşînin; Wezîrê Malîye û Xezîneyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Karê Der Hakan Fîdan, Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya û Wezîrê Bergirîyê Yaşar Guler.
Erdogan, Cevdet Yilmaz jî jibo Cîgirê Serokomarîyê erkdar kir.
Yilmaz bi xwe Kurdekî Çewlikê (Bîngolê) ye û di demên berê de jî wezîrtîya Erdogan kiribû.
Giranîya Kurdan di vê kabîneyê de xwe dîyar dike. Mehmet Şîmşek, Hakan Fidan jî eslê xwe Kurd in.
Hin pisporên sîyasî dibêjin tevî ku ev kabîne rengekî germ nîşan dide jî, xalê girîng ew e ku çawa dikare pirsgirêkên Tirkîyê çareser bike.
Zanyarê sîyasî Ozgun Emre Koç dibêje ku ev desthilatî gelek westîyaye, jiber vê jî hilbijartin bi kampeyneke dijwar bi rê ve birîye û serketîye.
Koç, di çareserkirina pirsgirêkan de wê çi bibe hê zelal nabîne:
“Di vê hilbijartinê de desthilatî li gorî demên berê ew qas asan nehat ser kar. Berdela serkeftina desthilatîyê jê re gelek giran bû. Wisa dîyar e ku wê hin berdelan di warê aborîyê de bide. Jiber wê jî wisa dîyar dibe ku Erdogan wê polîtîkayên xwe yê berê bi tevahî biguherîne.”
Şîmşek gava cara yekê nêrîna xwe dîyar kir ku ku Tirkîye di warê aborîyê de dive rêyeke rastîn bişopîne. Ozgun Emre Koç jî vê daxuyanîya Şîmsek wiha şîrove dike:
“Wisa dixuye ku di pênc salên dawî de Erdogan çi kiribû Şîmşek jî wê beravajîya wî bike. Jibo ku enflasyon dakeve wê nîrxê diravên bîyanî çîyê ewê pêşî lê veke û bilindî wê astê bike.”
Koç, tayînkirina Hîkmet Fîdan, Yaşar Guler û Alî Yerlîkaya dema dinîrxîne, radigîhîne ku hem di sîyaseta der û hem jî di ya hundir de wê hin guhertinên dîtbar bibin.
Di Adara 2024’an de li pêşîya Tirkîyê hilbijartinên rêvebirîyên xwecîhî hene û hin şîrovekar jî vê kabînê bi van hilbijartina ve girêdidin.
Aborîzan Ahmet Mufît hatina Şîmşek rasyonel dibîne û erkdarkirina Şîmşek wek plana ser hin hesaban dibîne.
“Ew dixwazin di demeke kin de hin çavkanîyên bîyanî binin Tirkîyê, lê ev yek jî tiştekî pozîtîf û rasyonel e.”