Li Tirkîyê sîyaseta navxweyî desthilat û opozîsyon rûbirû kiribû, lê ana jî pevçûnên li Sûrîyê van her du hêzên dijber anîn hemberî hev.
Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê di bin kontrola Tirkîyê de ana li Heleb, Idlîb, Hama û hin herêmên din yê Sûrîyê de êrîşên xwe berdewam dike.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di hêleke de yekparbûna Sûrîyê tîne ziman lê di hêla din de jî êrîşên Artêşa Netewî ya Sûrîyê jî diparêze.
Partîya Gel ya Komarî (CHP) di serî de, opozîsyona Tirkîyê vê yekê jibo dahatûya Tirkîyê wek xetereke mezin dîyar dike û van kirinên desthilatê jî bi tundî rexne dike.
Li gorî hin pispora CHP û AKP jibo tunekirina PYD ango YPG wek hev difikirin lê di warê Beşar Esad de cûdane.
Pisporê Têkilîyên Navnetewî û Sîyasî Prof. Dr. Bariş Doster jî yek ji van kesan e.
“Berî her tiştî, di mijara bêbandorkirina PKK, PYD û YPG’ê de, wek rêxistinên terorê ti cudatî di navbera opozîsyonê û hikûmtê de nîne. Lê dema mijar dibe helwesta li hemberî Esed, opozîsyon û hikûmet ji hev cuda ne. Di navbera hikûmet û opozîsyonê de cudatîyek jî li ser Artêşa Netewî ya Sûrîyê de heye. Deshilat vê têkilîyê erênî dibîne lê opozîsyon wek desthilatîyê temaşe nake. Di warê HTŞ’ê de jî opozîsyon û desthilat ji hev cuda ne,” Doster dibêje.
Erdogan, di derbarê pevçûnên li Sûrîyê de pêşîtîyên Tirkîyê eşkere kir û got, “Daxwaza me ew e ku yekparbûna axa Sûrîyê were parastin û li gor dawazên rewa yên gelê Sûrîyê bêîstiqrarî bi dawî bibe.”
Lê hin çavdêrên sîyasî û dîplomatîk radigîhînin ku hilperînên hikûmeta Tirkîyê yên li Sûrîyê bêîstriqrarîyê bêtir zêde dike û yekparebûna axa Sûrîyê jî dike nav xetereyê.
Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di aqaftina xwe ya meclîsê de Heleb wek axa Tirkîyê dîyar kir û li ser qela Helebê daliqandina ala Tirkîyê jî erênî nîşan da. Tirîyê bi vî kêf bigre jî lê li gor hin çavdêrên dîplomatîk ev yek wek dagirkirina axa Sûrîyê jî tê şîrovekirin.
Desthilat hewildanên wiha biparêze jî lê opozîsyona Tirkîyê van kirinan erênî nabîne.
Serokê Giştî yê CHP’e Ozgur Ozel polîtîkayên Tirkîyê yên li Sûrîyê rexne dike. Ozel dîyar dike ku Tirkîye li hemberî komên wekî HTŞ’ê bi hişyarî tevbigere û bi rêveberîya Esed re jî pêdivîye têkeve nav dîyalogê. Li gor Ozel, ev pêvajo dikare rûpeleke nû di navbera gelên Tirîyê û Sûrîyê de veke.
Li ser pêşhatên Sûrîyê sîyaseta DEM Partîyê ji CHP û AKP’ê gelek cudatir derdikeve pêş. DEM Partî, him dijî HTŞ, Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê û him jî rejîma Esed e. Daxwaza DEM Partî ew e ku destkeftîyên Kurdan li Sûrîyê werin parastin û Tirkîyê jî dest ji polîtîkayên dijayetîya Kurdan berde.
Zanyarê Sîyasî Emrah Gulsunar dibêje ku herêmên ku Artêşa Netewî ya Sûrîyê li dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk bi dest xistine, rasterast bandorê li pêvajoya çereserîyê nake, lê dibe ku tevgera Kurd qels bike.
“Hevpeymanîya Gel ji serketina komên muxalîf yên ku Tirkîye piştgirîya wan dike kêfxwe e. Ji alîyê din ve CHP jiber desthilatdarîya cîhadîstan di vê pêvajoyê de bêzar e. Erê, ew dikarin bi rejîma Esed re aştîyê pêk bînin, nêzîkatîya CHP’ê ev e. Berîya geşedanên dawî jî ev helwest hebû. Niha jî berdewam dike. Dibe ku îstîsnaya vê meselê Kurd be. Jiber ku Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe ya li Meclîsê de dîyar kir ku dema dihat gotin ku li Tirkîyê çiqlê zeytûnê ji Kurdan re hatîye dirêjkirin, lê belê dixwazin Kurdên Sûrîyê jî hinda bikin. Dibe ku hevsengîya hêzê ya li ser maseyê hinekî biguhere û tevgera Kurd hinekî jî qels bike,” Gulsunar got.