Bernivîsa qanûnê ya ku mûçeya herî kêm ya karmendan ku di Komîsyona Plan û Budceyê de hate nîqaş kirin, bi 22,017 lîra dîyar bû.
Ji % 25 zêdekirina mûçeyên karkenaran ku tê pêşbînî kirin jî, ji hêla komîsyonê ve hate pejirandin.
Ev yek jibo serdema enflasyonê ya 1’ê Tîrmehê û 31’ê Berfanbarê ya sala 2023’an e. Heke ev pêşnîyar ji alîyê parlamentoyê ve were erê kirin, wê karmendên dewletê herî kêm 22 hezar wergire.
Piştî pejirandinê mûçeyên herî kêm, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ev amadekarî nîrxand.
“Li vê derê dixwazim mizgînîyê bidim. Me rêkûpekirin û baştirkirina mûçeyên nû pêşkêşî meclîsê kir. Ev rêkûpêkirina ku me çêkiriye dê ji gelê me re bixêr be û ji niha şûnda jî sozên ku dane emê b icîh bînin.”
Ev rêjeya zêdekirina mûçeyên herî kêm li gor rêjeya Sazîya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK) hate dayîn.
TUÎK’ê enflasyona meha Hezîranê ji sedî 3,92 û ya sala 2023’an jî sed 38,21 eşkere kir.
Li hemberî daneyên TUÎK bêbawerîyek hem di nav gel de û hem jî di nav sazîyên serbîxwe de peyda bûye. Li gor pisporên aborî, TUÎK rêjeyên rastîn naweşîne.
Gruba Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) sazîyeke serbixwe ye û her meh rêjeyên enflasyonê diweşîne. Li gor daneyên vê sazîyê, rêjeya meha Hezîranê ji sedî 8,5 bû û ya sala 2023’an ji sedî 108 hate dîyar kirin.
Aborîzan Ahmet Mûfît ragihand ku ENAG li gor TUÎK’ê rewşa enflasyonê bêtir rast nîşan dide.
“Heke dema yek biçe bazarê û danûstandinê bike, wê gavê ewê bibîne ku ENAG bêtir rast dibêje. Lê, encama ku TUÎK’ê dîyar kiriye bi ya min, desthilatî jibo ku kêm mûçe bide karmendan û karkenaran, hejmarên rast veşartîye.”
Akademîsyen Osman Altug jî bi daneyên TUÎK’ê bawer nake. Profesor Altgu ji Dengê Amerîka re ragihand ku li Tirkîyê aborîyeke ne tomarkirî, anku ne fermî, heye û hejmarên enflasyonê yê rasteqîn dîyar nake.
“Aborîya Tîrkîyê aborîyeke ne tomarkirî ye. Jiber vê jî çi deyn heye dîyar nabe. Çi hatîye çi çûye ne zelal e û ne jî em dikarin bibînin. Bi anketan hesaban çê dikin, lê ev yek jî rastîyê dîyar nake.”
Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran û Kamûyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî van daneyên TUÎK’ê rast nabînin.
Di nav welatîyan de jî bêbawerîyek li ser van daneyên TUÎK’ê heye.
Enes Toy bi xwe li Enqerê esnafîyê dike.
“Ez van nirxên ku TUÎK diweşîne rast nabînim. Dema ez di bazarê de tiştekî dikirim, vê baş dibînim. Her tişt her roj buha dibe. Heke TUÎK rast dibêje, lazim e erzanî jî bibe, lê ticarî ne erzanî ye.”