Wezareta Perwerde ya Tirkîyê (MEB) raghinad ku ewê jibo dewra 2023’yan 44 hezar û 890 mamostayên nû wergire.
Di nav van de tenê 35 mamostayên Kurmancî û 15 mamostayên Zazakî bi tevahî 50 mamostayên Kurdî hebin ku ev hejmar di nava tevahîya mamostayan de ji % 0,10 e.
Li Tirkîyê sala nû ya perwerde û fêrkirinê ya 2023-2024’an wê di 11 Îlonê de destpê bike.
Wezareta Perwerde ragihand ku di sala nû ya xwendinê de nêzi 19 mîlyon xwendekar û 1 mîlyon û 300 hezar mamoste wê vegerin xwendingehan.
MEB, jibo Almanî 250, Fransî 13, Rûsî 8, Çînî 1, Îspanyolî 1, Erebî 440, Îngilîzî 2 hezar û 433, Tirkî 2 hezar û 341 û jibo Kurdî jî 50 mamoste werdigire.
Nifûsa Tirkîyê bi tevahî 85 mîlyon e, hin pêşengên Kurdan bi awayê nefermî radigîhînin ku nêzî nîva nifûsa Tirkîyê Kurd in û van hejmarên mamostayên Kurdî jî bi awayekî pêkanokî dibînin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefhan Cizîrî dibêje ku ger dewlet dixwaze pirsgirêka Kurdî çareser bikem pêwîst e ku gavên ji dil bavêje.
“Hejmara mamosteyên perwerdeya zimanê Kurdî ti gav bi vî awayî çereser nabe. Me bi salan qala vê pirsgirêkê kir, lê dewlet di vî warî de ker û lal e. Her sal bi çend mamostayan ev pirsgirêk çareser nabe.”
Dersa Kurdî ya bijartî, cara yekê di sala 2012’an de li 28 bajaran hatibû destpê kirin. Ev 11 sal in ku li dibistanan ev dersên bijartî hebin jî heta niha jî gaveke berbiçav nehatîye avêtin.
Parlamanterê Partîya Çep ya Kesk Vezîr Coşkun dibêje ku gelek Kurd bijartina dersa Kurdî ji xwe re wek heqeret dît û serî lêneda. Daxwaza gelê Kurd ew e ku zarokên wan hemû dersan bi Kurdî fêr bin.”
Serokê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Suphî Ozgen jî hejmara mamosteyên Kurdî pir hindik dibîne.
“Ev sê sal in ku em hişyarî didin Wezareta Perwerde, Serokomarîyê û rayedarên Tirkîyê. Me li ser vî çalakî çêkirin, jibo perwerdeya bi zimanê Kurdî name ji karbidestên dewletê re şandin. Lê, li hemberî van daxwazan dewlet tenê bê deng ma. Ez li vir bangî hemû Kurdan dikim hun xwedî li zimanê xwe derkevin û bi tevahî ji dewletê daxwaz bikin ku bila ev ziman bibe zimanekî fermî û perwerdeyê.”