Platforma Jinan ya Wanê bi xwepêşandanekê ragihand ku di nava 18 rojan de 16 jin hatine kuştin.
Li gor rapora platformê di 15’ê Gulanê de li bajarokê Silopya Şirnexê Sakiye Kultûr ji alîyê Serokê Tîma Taybeta Gel ya Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi awayek hovane hatiye kuştin.
Li bajarokê Dêpê (Karakoçan) li Elezîzê jî jina bi navê Remzîye Apaydin, ku berî 6 mehan hinda bûbû, derket ku ew ji alîyê cerdevan Nîhat Cav ve hatiye kuştin.
Li gor heman jêderê li bajarê Wanê jî jina bi navê Suna Pek ji alîyê Yunus Pek ve hatiye kuştin ku ew jî wek hêzê taybet yê ewlehîyê bankê dixebitî.
Hêjayî gotinê ye ku her sê kujer jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve bi kuştina jinan hatine desteser kirin û zindan kirin.
Li ser navê Platforma Jinan ya Wanê rêvebira şaxê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyê (TÎHV) ya Wanê Sevîm Çîçek daxuyanî ya hevbeş xwand û got ku kuştinên ser jinan rojbiroj vediguhere qirkirina zayendî.
“Dema em li nasnameya kujerên 3 rojên dawî dinêrin, em dibînin ku piranîya kujeran ji hêzên ewlekarîyê pêk tên. Ev nîşan dide ku ev yêk di heman demê de encama polîtîkayên şerê taybet yê dewletê ye,” Çîçekê got.
Rêvebira Komela Jinan a Star Emîne Bozkurt jî bal kişand ku di hefteya dawî de 5 jin hatine kuştin ku 4 ji wan alîyê hêzên ewlekarîyê yan karmendên dewletê ve hatine kuştin.
Hevseroka Partîya Heremên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gulderen Varli ku ew di heman demî de endama Platforma Jinan ya Wanê ye, dibêje ku dema zilam jinê dikuje dewlet dengê xwe dernaxe û kujeran kêm ceza dike.
“Dewlet dibêje ku erka min parastina civakê ye, lê di van kuştina de tenê zilaman diparêze. Jiber vê rewşê zilaman jî ji vê helwesta dewletê hêz distînê û bi zanebûn jinan qir dikin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu di rapora xwe ya ser kuştina jinan ya Cîhanê û Tirkîyê de dîyar kiribû ku wan % 82,4 kujerên jinan girtîne û ew li gor qanûnan ceza kirine.
Soylu dabû zanîn ku % 16,2 jî ji wan kujeran xwe kuştine.