Li ser kuştina qîza Kurd, Jîna Emînî 27 heft roj derbaz bûn. Di vê navberê de Îran di serî de li tevahîya dinê li ser vê kuştinê çalakî hatin çêkirin û bertêk hatin dayîn.
Li hin bajarên Tirkîyê jî heman bertêk û çalakî bilind bûn. Li kolanên bajarên Tirkîyê jinan hem kuştina Emînî protesto kir û hem jî bal kişand ser tundî û kuştina jinan li Tirkîyê.
Lê ev bertêk û protestoyên jinan gava berdewam dikir, lî Tirkîyê jî gelek jin rastî tundî û kuştinan hatin.
Platforma Emê Kuştinên Jinê Rawestînin (KCDP), di raporta meha Îlonê de ragihand ku 26 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 19 jin jî bi guman kuştî hatine dîtin.
Li Tirkîyê ji alîyê desthilatîyê ve niha behsa çêkirina Zagona Bingehîn ya nû tê kirin. Lê li gor sazîyên jinê bawer dikin ku desthilata sîyasî naxwaze zagon pêşî li van kuştinan bigire.
KCDP dîyar dike ku qanûnên heyî pêşî li ber van kuştinan nagire, lê pirtir rê li ber kuştinên jinan vedike û loma jî di nav Îlonê de 45 jin hatine kuştin.
Li gor raporta vê platformê di nav 26 jinên ku ji alîyê zilaman ve hatine kuştin de hecêtên 6 ji wan kuştinan ne dîyar in. Lê, di nav sedama kuştina 10 jinan de telaqberdan, nexwastina lihevhatinê yan jî zewacê tê dîyar kirin.
KCDP dide zanîn ku 16 jin ji alîyê hevjînên xwe, 2 jin ji alîyê hevjînên xwe yên berê, 3 jin ji alîyê evîndarên xwe, 3 jin ji alîyê xizmên xwe, 1 jin ji alîyê kurê xwe û 1 jin jî ji alîyê kurhelî anku kurê ku wê jinê xwedî kiriye ve hatine kuştin.
Platforma Emê Kuştinên Jinê Rawestînin radigîhîne ku sedan 58 jin li mala xwe hatine kuştin. Li gor vî jî 15 jin li malan, 5 jin li kolanan, 1 jin di seyarê de, 1 jin di zevî, 1 jin di qeraxê avê, 2 jin jî cîyên nedîyar de hatine kuştin.
Di van kuştinan de çek û çol, kêr, derbkirin, lêdana erebê derdikeve pêş. Lê nîvê wan kuştinan bi çek hatine kirin.
Raporta KCDP bal dikşîne ku kuştinên di nav heyşt mehên vê salê de, li gor heman dema sala borî % 21 zêdebûn çêbûye.
Lê, di pêzanînên Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê jî di kuştina jinê de daketinek tê dîyar kirin. Li gor daneyên wezaretê di 8 mehên sala 2021’an de 194 jin, di 8 mehên sala 2022’yan de jî 181 jin hatine kuştin anku % 7 daketin çêbûye.
Platforma Emê Kuştinên Jinê Rawestînin di dawîya raorta xwe de dibêje ku ew kuştina Jîna Emînî bi tundî şermezarî dike û bi xurtî piştgirî dide hemû çalakîyên jibo wê.