Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Careke Din Ava Firatê li Ser Sûrîyê Birî


Li gorî desteya Enerjî û peywendiyan a herêma Cizîrê ragihand ku,Tirkiyê di 4ê vê mehê de ava Firatê li ser bakur û rojhilata Sûrî girtye, ku ji ber vê yekê rêjeya Avê di bendavên bakur û rojhilta Sûrîyê de daketiye astek herî kêm.

Hevseroka Desteya Çandiniyê li bakur û rojhilata Sûrîyê, Leyla Mihemed ji deng Amerîka re agahiyên di vê derbarê parvekir.

Di berdewmaiya axafitina xwe de birêz Mihemed destnîşan kir ku birîna Ava Firatê bandorekê neyînî li ser aboriya herêmê dike nexasim di warê çandiniyê de.

Di dawiya axaftina xwe de berpirsa Rêvebriya Xweser bang li saziyên navdewletî kirk u fişarê li Turkiyê bikin ku rê li ber van pinbêkrinan bigirin.

Hêjaye bibîrxsitinêye ku di dawiya siptembra 2021an de li bajarê Hesekê Furma Navdewletî ya Avê hat lidarxistin, ku tê de berpirsên rêveberiya xweser pirsgirêka avê li bakur û rojhilata Sûrîyê, û alozya çemê Firatê bi gelamperî li gel hin berpirsên navdewletî barvekirin.

ji wê demê de tevî hemû bangên navdewletî û xwecehî pirsgirîka birîna ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve nehateye çareserkirin.

Li gorî rêkeftinên 1987an ya sê alî di navbera Tirkiye, Sûrîye û Iraqê di sala, para Sûrîyê ji ava Firat ê 500 metre sêguşe di çirkekê de ye, ku Iraq ji sedî 60 jê distîne, lê niha rêjeya avê ji 200 m3 kêmtir e.

ZO_04_22_2022_Firat
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00

XS
SM
MD
LG