Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîyona Tirkîyê Ser Ewlehîya Hilbijartinê Dest bi Xebatê Dike


Li Tirkîyê opozîsyon ewlekarîya hilbijartinê wek kêşeyeke mezin dibîne.

Kordînatorê Lêkolînên MAK’ê Mehmet Alî Kulak dibêje ku ger bergirîyên ewlekarî ya hilbijartinê neyên girtin dibe ku pirsgirêkên mezin çêbin.

Di hefteya borî de şeş rêvebirên partîyên opozîsyonê civînek li dar xist û ragihand ku ew naxwazin di vê hilbijartinê de bextên xwe ji desthilatîyê re bihêlin.

Rêvebirên CHP, Partîya DEVA, Partîya Demokrat, Partîya Dahatû, Partîya Baş û Partîya Saadetê stratejîya xwe ya ewlekarîya hilbijartinê eşkere kir.

Berpirsê karên hilbijartinê ya Partîya Baş Şenol Sunat ragihand ku di demên berê de di warê bergirîyên ewlekarîya hilbijartinê de gelek kêmahî çêbûne û ew naxwazin ku careke din rastî van astengîyan werin.

Di vî warî de bawerîya opozîyonê bi desthilatîyê tunene loma jî ew dixwazin ku bergirîyên ewlekarîya hilbijartinê bigirin.

“Di demên dawî de di pêvajoya hilbijartinê de em rastî gelek tiştên neyînî hatin. Di vî warê di bawerîya gelê me ji ewlekarîya hilbijartinê şikestîye û motîvasyona wan nemaye. Ew qet naxwazin ku deng bidin. Ev rewş me hemûyan xemgîn dike loma jî di vê hilbijartinê de emê ewlekarîya hilbijartinê bi xwe bigirin,” daxuyanîya hevbeş ya 6 partîyan got.

HDP jî di warê ewlekarîya hilbijartinê de bi fikar e. Rêvebirên HDP’ê jî dîyar dikin ku ewê di bin hemî mercan de tedbîrên ewlekarîya bigirin.

Di hilbijartinê berê de herî zêde zext li ser HDP’ê hatibûn çêkirin, lê HDP’ê bi xebatên xwe yên taybet dengên xwe parastin.

Sazîyên ku li ser hilbijartinan lêkolîn dikin ew ewlekarîya hilbijartinê tiştê herî girîn dibînin.

Mehmet Alî Kulak
Mehmet Alî Kulak

Kordînatorê Lêkolînên MAK’ê Mehmet Alî Kulak ji Dengê Amerîka re got ku dengê AKP-MHP’ê her ku diçe dadikeve xwarê, lê ew di her warî de dixwazin ku serketî bibin. Jiber vê jî opozîsyon di warê ewlekarîya hilbijartinan de di nav fikaran de ye û naxweze ku bextê xwe têxe bin erka desthilatîyê.”

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag jî li ser daxuyanîyên opozîsyonê got ku kesên ku wê li ser sindoqan kar bikin hejmarê wan nêzîkî 1 mîlyon û 200 hezar e.

“Yek jî çavdêr hene. Her welatî jî wek çavdêr dikare here bişopîne. Di rewşeke wiha de ne pêkan e ku hîle û sextekarî çêbe,” Bozdag got.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku heke tişteki awarte yan jî hilbijartineke pêşdem neyê çêkirin, hilbijartina plankirî wê di Hezîrana 2023’yan de were çêkirin.

ED_13_06_2022_Ewlehîya_Hilbijartinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
XS
SM
MD
LG