Piştî erdheja Mereşê di rojeva Enqerê de pirsên li ser taloqkirina hilbijartinan cîh digire û hêla opozîsyonê radigîhîne ku belku hibijartin di 14’ê Gulanê de neyê çêkirin.
Seroka Partîya Baş Meral Akşener îdia kir ku dibe ku hilbijartin di 14 Gulanê de ne pêkan be, lê dibe ku di 18 Hezîranê di dema xwe de were çêkirin.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku Rewşa Awarte li 10 bajaran hatîye îlankirin, di taloxkirina hilbijartinê de guhertinek tuneye.
Li ser çêkirina hilbijartinê Prof. Dr. Omer Keskînsoy ji Dengê Amerîkayê re axivî. Keskînsoy ragihand ku taloqkirina hilbijartinê di Makezagonê de di Xala 78’an de bes jibo şer tê nîşanda.
“Ev Xala 78’emîn paşdeavêtina hilbijartinê bes di sedema şer de pêkan dibîne. Biryara taloxkirina hilbijartinê bes Meclîs dikare bide, Serokomarî nikare taloqbike, tenê dikare biryara hilbijartina pêşwext bigre.”
Keskînsoy, li ser rêjeya dengdayîna Meclîsê jî rawestîya û ragihan ku di nav dengdanên Meclîsê de pêncan de sê (3/5) ango 360 parlementer pêwîste bibêjin belê.
Keskînsoy, pirsa; heke hilbijartin taloqbibe dê Serokê Tirkîyê Erdogan wê careke din bikaribe bibe berendam an na jî wiha bersîvan:
“Heke di hilbijartinê de taloqbûnek bibe, ku Makezagon şertê şer dide pêş, rewşeke wiha de li pêşîya berendamtîya Serokomarîyê astengîyek naxûye. Heke şertê şer hebe û hilbijartin were taloqkirin Serokomar car din dikare bibe berendam.”
Akademîsyenê Hiqûqa Medenî ya Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Alitilimê Prof. Dr. Ahmet Mîthat Kiliçoglu ji Dengê Amerîka re axivî û bal kişand ser Xala 78. ya Makezagonê:
“Makezagona me di warê taloqkirinê de bes sedema şer nîşan daye, xeyrî vî tu şert nîşan nedaye. Şer bi welatekî biyanî re têkoşîneke bi çek e. Li ber vî jî li gorî Xala 78’emîn ya Makezagonê pêkan nîne hilbijartin were taloqkirin, lê li gorî Xala 116’în derfetê tenê dide hilbijartineke pêşwext.”