Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hejmaran Encamên Hilbijartinên Herêmî li Tirkîyê


Roja Yekşemê li 81 bajarên Tirkîyê hilbijartinên şaredarîyê hatin çêkirin.

Piştî 22 salan şûnda, li tevahîya Tirkîyê, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) kete rêza dûyê, Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî bû partîya yekê.

Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener îro ragihand ku li gor encamên demkî, di nav 61 mîlyon hilbijêrî de rêjeya beşdaran ji sedî 78,11 ye.

Li gor encamên demkî, li seranserê Tirkîyê dengê partîyên sîyasî jî wiha hate ragihandin:

CHP ji % 37, 74, AKP ji %35,49, Partîya Jinûve Refah (YRP) ji %6,19, DEM Partî ji %5,68, MHP ji %4,98, Partîya Baş ji %3,77, Partîya Zafer ji %1,7, Partîya Saadetê ji %1,1, HUDA-PAR ji %0,6, endamên serbixwe bi giştî ji %0,2.

Li gor van encamên demkî CHP 35 bajar û 337 bajarok (qeza), AKP’ê 24 bajar û 357 bajarok, YRP 2 bajar û 39 bajarok, DEM Partî 10 bajar û 65 bajarok, MHP 8 bajar û 122 bajarok, partîyên mayîn jî 2 bajar û 54 bajarok girtin.

Di hibijartinên 31’ê Adara 2019’an de AKP’ê 39 bajar û 536 bajarok, CHP’ê 21 bajar û 191 bajarok, HDP/DEM Partî 8 bajar û 50 bajarok, MHP’ê jî 11 bajar û 145 bajarok qezenç kiribûn.

Li gor hilbijartinên 2019’an CHP’ê di hilbijartinên 2024’an de 14 bajar û 146 bajarok zêde girt, AKP’ê 15 bajar û 179 bajarok kêm girt, DEM Partî 2 bajar û 15 bajarok zêde girt, MHP’ê ji 3 bajar 24 bajarok kêm girtin.

Di vê hilbijartinê de suprîza herî mezin li Enqerê û Stenbolê derket pêş. Li Enqerê mamzedê CHP’ê Mansur Yavaş ji %60, 35, namzedê AKP’ê Turgut Altinok ji %31,69 deng girt. Li Stenbolê jî namzedê CHP’ê Ekrem Îmamoglu ji %51,09, namzedê AKP’ê Murat Kurum ji %39,59 deng girt.

Li gor pisporên sîyasî tê ragihandin ku di vê hilbijartinê de CHP’ê ji AKP, MHP, DEM Partî, Partîya Baş û hin partîyên din deng sitandine.

Di vê hilbijartinê de DEM Partî li herêma Kurdan hejmara bajar û bajarokan zêde kirine.

Di hilbijartinên 2019’an de HDP/DEM Partî Amed, Wan, Mêrdîn, Baman, Sêrt, Colemêrg, Qers û Îdir girtibûn.

Di vê hilbijartinê de DEM Partî bajarên Amed, Wan, Mêrdî, Batman, Sêrt, Colemêrg, Îdir parast û ev bajaran car din girt, lê bajarê Qers hinda kir û bajarên Muş, Agirî û Dersim jî bi dest xistin.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, piştî hilbijartinê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li navenda giştî ya CHP’ê daxûyanîyek da. Di daxûyanîyê de Ozel ragihand ku di vê hilbijartinê de yê ku hinda kir, tuneye, Ozar got, “ Di vê hilbijartinê de Tirkîyê qezenç kir.”

Serokomarê Tirkîyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî di aqaftina xwe de ragihand û got, “Ev ne xilasbûn e, xala veguherînê ye.”

Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan jî li ser hilbijêrên veguhestî rawestîya û dîmenê wan nîşan da û got, “Vê hikûmetê bêtirî 41 hazar hilbijêr; leşker û polîs veguhastîye herêma Kurdan. Eva bi şiklekî din li ser vîna gel darbe ye.”

ED_04_01_2024_Local_Election_Results
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00
XS
SM
MD
LG