Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Tirkîyê Pirtir ji 60 Mîlyon Hilbijer Diçin Ser Sindoqan


Îro 31 Adarê Roja Yekşemîyê, li 81 bajar, 973 bajarok û 390 beldeyên Tirkîyê bêtirî 60 mîlyonî kes wê di 250 hazar sindoqî de dengê xwe bikar bînin.

Li gor biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK), li 32 bajaran di navbera saet 7.00-16.00, li 49 bajaran jî di navbera 8.00-17.00 de hilbijartin destpê dike û dawî dibe.

5 sal berê di 31 Adarê 2019’an de hilbijartinên şaredarîyê hatibû çêkirin. Di vê hilbijartinê de Partîya Gel ya Komarî (CHP) Enqere û Stenbol di serî de hin bajarên din ji destê Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) girtibû.

Li gor vî jî AKP’ê 15 bajarên mezin, 24 bajar, 536 bajarok, CHP’ê 11 bajarên mezin, 10 bajar û 191 bajarok, HDP/DEM Partî 3 bajarên mezin, 5 bajar û 50 bajarok, MHP’ê jî 1 bajarê mezin, 10 bajar û 145 bajarok qezenç kiribû.

CHP’ê Stenbol, Enqere û Antalya ji destê AKP’ê, Edene, Mêrsîn jî ji destê MHP’ê girt û bi alîkarîy dengê Kurdan (HDP/DEM Partî) serketineke mezin bi destxistibû.

Piştî 5 salan, îro car din hilbijartin tê çêkirin. Pirsa girîng ewe ku gelo di nav hilbijartinê 31 Adara 2019’an û 31 Adara 2024’an de çi çûdatî heye?

Zanyarê sîyasî Tanju Tosun û Tevfîk Erdem ev her du hilbijartin ji Dengê Amerîka re nîrxandin.

ED_Today_Turkey_Election_Day
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00

XS
SM
MD
LG