Aheng Hesen yê 15 salî yek ji wan zarokan bû ku di bînvedana havînê de bi apê xwe re kar dikir û xewna wî ew bû ku bibe lîstikvanekî futbolê yê navdar, lê ew xewn neçû serî.
Di Tebaxa sala 2022’an de, droneke Tirkîyê êrîşî li devera pîşesazî li bajarê Qamişlo da û 4 sivîl kuştin ku di nav de du zarok jî hebûn.
Yek ji wan zarokan Aheng bû ku di bihara jîyana xwe de xatir ji malbata xwe xwest .
Xwişka Aheng, Torîn Hesen, dibêje ku drona Tirkîyê berpirsa wê êrîşê bû.
"Birayê min tenê 15 salî bû, zarok bû. Lîstikvanê fotbolê bû û wî di êrîşa droneke Tirkîyê de jîyana xwe ji dest da.”
Ji dema serketina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ve di hilbijartinên meha borî de, êrîşên Tirkîyê li ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê bi awayekî berbiçav zêde bûne.
Li gor Komela Mafên Mirov ya Herêma Cizîrê, Tirkîyê bi êrîşên xwe hemû qanûnên navnetewî binpê dike.
Rêvebira komelê Evîn Cuma bang li hêzên garantor û rêxistinên navnetewî kir ku êrîşên Tirkîyê rawestînin û çareserîya sîyasî bidin pêş.
"Banga me jibo hemû komeleyên mafên mirov, jibo dewletên navnetewî yên xwedî biryar ku êrîşên ser bakur û rojhilata Sûrîyê rawestînin û operasyonên leşkerî li Sûrîyê bi giştî werin rawestandin, jibo ku çareserîyeke sîyasî destpê bike û kesên ku sûc derheqa Sûrîyan de kiribin li pêş dadgehên navnetewî werin darizandin."
Tirkîye dibêje Hêzên Sûrîya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel beş in ji Partîya Karkerên Kurdistanê û jiber vê yekê ew wan li Sûrîyê dike armanc. Lê kurdên Sûrîyê bawer dikin ku Tirkîyê hebûna gelê Kurd armanc dike.
Roja sêşemê 20ê Hezîranê, droneke Tirkîyê otomobîlek li ser rêya her du gundên Til Şeîr û Beyandor yên bi ser bajarokê Tirbespîyê ve bombebaran kir. Di encamê de sê kesan canê xwe ji dest dan, yek ji wan Hevseroka Kantona Qamişlo Yisra Derwîş bû.
Yisra Derwîş ya 53 salî mamosteya zimanên Kurdî û Fransî bû. Piştre weke karmendeke sivîl di Rêvebirîya Xweser de kar dikir û berîya heşt mehan bû hevseroka kantona Qamişlo.
Hevjînê Yisra, Nîdal Ibrahîm dibêje ku wan ti sûc dijî Tirkîyê nekiriye da ku wan armanc bigire. Ew bi aştî li ser axa xwe dijîn û çek hilnegirtine.
"Gelo ka çi zarara me li Tirkîyê heye? Rojekê me êrîşî wan nekiriye. Em derheqa wan şaş nebûne, berovajî wê ew bi balefir û topan êrîşî me dikin."
Ji destpêka vê salê vir ve, rêxistinên çavdêr dibêjin ku Tirkîyê 34 caran bi rêya dronan êrîşî bakur û rojhilata Sûrîyê kiriye. Tenê di meha Hezîranê de 15 êrîş pêk hatin.
Xwişka Aheng, Torîn Hesen dipirse ku çima zarokên Kurdên Sûrîyê ji mafên xwe bêpar in.
“Em dixwazin ji hemû dewletên navnetewî bipirsin çi gunehê van zarokan e, ka mafên zarokên me? jibo çi hun bi mafên zarokan bang dikin û zarokên me mafên wan tune?"