Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bakurê Sûrîyê Topbaran Dike, HSD jî di Amadebaşîyê de Ye 


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) do Yekşemê ragihand ku artêşa Tirkîyê dibe ku di her kêlîkekê de de êrîşekê li bakurê Sûrîyê pêk bîne.

Berpirsê ragihandina HSD’ê Ferhad Şamî dîyar kir ku "êrîşên dagîrkerîya dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê dewam dikin."

Di hepeyvînekê de ligel Ronahî TV, Şamî egera êrîşeke nû ya Tirkîyê da xuya kirin.

"Dagîrkerîya Tirk her kêlîkekê dikare êrîşî herêmê bike û rewşa awarte berdewam dike."

Heger êrîşek Tirkîyê pêk hat, dê HSD bersivê bide, berpirsê ragihandina HSD’ê da zanîn.

"Herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serêkaniyê wê li derveyî şer nemînin," wî got.

Êrîşên dronan didomin

Di nav heft rojên dawî de, deverên cuda li bakurê Sûrîyê rastî êrîşên Tirkîyê hatine.

Roja Înê, 16’ê Hezîranê, hêzên Tirkîyê navenda bajarokê Tilrifatê li başûrê Helebê bombebaran kir. Li gor jêderên xwecihî, bombebaran giheşt nexweşxaneya bajarok û di encamê de hejmarek rûniştvanên deverê birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Desteya Saxlemîyê li herêma Cizîrê jî ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku "Tirkîyê nexweşxaneya Til Rifetê li herêma Şehbayê kiriye armanc, tê de karmendên nexweşxaneyê û sivîl birîndar bûn."

Roja 14’ê Hezîranê jî li ser rîya Qamişlo û Tirbesipîyê li nêzîkî gundê Şorikê droneke Tirkîyê otomobîlek bombebaran kir. Di encamê de du kes hatin kuştin, çar jî birîndar bûn.

Di heman rojê de hêzên Tirkiyê bi giranî herêmên Minbic û Şehbayê û çend deverên bakur û rojhilata Sûrîyê topbaran kir.

Encûmena leşkerî ya Minbicê, ku beşek ji HSD’ê ye, ragihand ku dema şervanên wan xwestin du zarokên birîndar ji ber topbarana Tirkîyê rizgar bikin, dronek Tirkîyê ew jî armanc kirin. Di encama wê êrîşê de çar şervanên wan hatin kuştin û du jî birîndar bûn.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê herwiha ragihand ku dronên Tirkiyê rêbendên wan li gundê Derec û derdora pira Qereqozatê li rojhilata Minbicê bombebaran kirine û di wan êrîşan de du şervanên encûmenê hatin kuştin û yekî din birîndar bû.

Berî wê bi rojekê, anku 13’ê Hezîranê, gundewarên Şehba û Til Refet ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.

Roja 12’ê Hezîranê droneke Tirkîyê motorek li başûrê Kobanî kir armanc. Di êrîşê de sê kesên bi navên Mihemed Behcet Eyûb yê 25 salî, Xebat Edhem yê 28 salî û Elaa Ebdulrezaq yê 22 salî birîndar bûn.

Berî wê bi du rojan, 10’ê Hezîranê li ser rîya Marat ya Şehbayê, droneke Tirkîyê otombîleke şervanên Kurd bombebaran kir, jiber wê jî sê şervan hatin kuştin û du jî birîndar bûn.

Wezareta berevanîya Tirkîyê hefteya borî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku êrîşên wan li Tel Rifet û Minbicê dom dikin.

Artêşa Sûrîyê jî li gundewarê Helebê ketîye ber êrîşên Tirkîyê. Yek ji wan êrîşan hefteya borî li gundê Bîneh yê navçeya Şêrawa pêk hat, tê de droneke Tirkîyê xaleke artêşa Sûrîyê bombebaran kir. Berî wê êrîşê bi rojekê, xaleke din ya artêşa Sûrîyê li gundê Aqbiye li bakurê Helebê rastî êrîşa dronê hat. Di encama herdu êrîşan de çar leşkerên Sûrî hatin kuştin û pênc jî birîndar bûn.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyekê ev êrîşên Tirkîyê şermezar kir û got "dibe ku di navbera Tirkîye û aliyên din yên dijî wê de têgihiştinên nû çê bibin. Eger rast be, wê weke metirsîyeke mezin be û her alî li Sûrîyê û herêmê dê bi egerên pir xerab re rû bi rû bimîni."

Rêvebirîya Xweser bang li koalisyona navnetewî, Rûsya û rejîma Sûrîyê kir ku helwestên xwe hember van êrîşan nîşan bidin û givaştinê li Tirkîyê bikin da ku wan rawestîne.

HSD’ê jî ji aliyê xwe ve bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên Tirkîyê dê bê bersiv nemînin û ewê her dem pabendê parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê be.

Li gor Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, ji destpêka meha Hezîranê ve, 15 êrîşên Tirkîyê yên dronan li ser bakurê Sûrîyê pêk hatine, di encama wan de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û 28 jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG