Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye li Herêma Efrînê Avakirina Bingehên Leşkerî Didomîne


Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê de, sala 2018an, jimereke bingehên leşkerî li herêmê ava kirine.

Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka bi derst xistine, nêzî 25 bingehên leşkerî yên artêşa Tirk li seranserî Efrîn û gundewarê wê hene.

Tirkîye li wan bingehan çekên giran yên wek tank û topavêj, bi cîh kirine.

Sîyasetvanê Kurd Selah Elemdarî bawer dike ku armanca Tirkîyê ji avakirina ewqas bingehên leşkerî, sepandina rewşeke defakto ye li Efrînê.

“Eger çareserîyeke sîyasî li Sûrîyê çêbibe û Tirkîye weke dewlet neçar bibe ku ji axa Sûrîyê vekişe, wê demê ewê hewl bide ku ev bingehên leşkerî bimînin û li ser vê yekê dê bazarê bi dewleta Sûrî re bike jiber ku berjewendîyên herdu alîyan dighînin hev”.

Her li gor agahîyan, nexşeya belavbûna bingehên artêşa Tirk li herêma Efrînê wiha ye: li Cindirêsê 3 bingeh, li Şîyê 2, li Reco 3, li Mabeta bingehek, li Bilbilê 3, li Şera 6 û li Şêrewa jî 7 bingeh.

Çalakvan Egîd Roj dîyar dike ku artêşa Tirk li her gir û çîyayekî Efrînê bingehek ava kirîye, ku ew bi vê yekê dixwaze serwerîyê li deverên derdorê jî bike.

“Sînorên herêma Efrînê çargoşe ne, bilindîyên wê li ser deştên Bakurê Kurdistanê, û yên Îdlib û rojavayê Helebê, herwiha bakur û rojhilata Helebê jî (Ezaz û Marêh) serwer in. Efrîn xwedî cografîyeke pir stratîjîk e loma Tirkîyê hejmareke zêde ji bingehanên leşkerî lê ava kirine”.

Çavkanîyên ji hundir Efrînê didin zanîn ku hin gund bi temamî ji şênîyan hatine vala kirin û veguherîne bingehên leşkerî, weke: Cilbirê, Basilê, Çîyê, Şêxorzê û Dêrwîş.

Herwiha jiber hebûna bingehên artêşa Tirk li pir deveran gundî nikarin biçin nav zevî û baxçeyên xwe.

Rûniştvanê Efrînê RM, ku jiber sedemên ewlehîyê nexwest navê wî were eşkere kirin, ev agahî parve kirin.

“Mal û milkê şênîyê gund bi temamî ji xwe re birine, artêşa Tirk dest danîye ser alîyê gund yê jorîn û komên çekdar dest danîne ser alîyê jêrîn. Li şûna xanîyan û daran, navendên xwe ava kirine. Gundî newêrin mal û milkê xwe bixwazin jiber gefa girtin û zindanê”.

Sîyasetvanê Kurd Selah Elemdarî balê dikşîne ku çavê Tirkîyê ji mêj de li Efrînê bû û xwestîye wê bixe bin kontrola xwe.

Elemdarî herwiha îdia dike ku pêvajoya Tirkandinê (Tirkîkirin) û sîyasetên ku dewleta Tirk li herêmên Kurdî yên rojavayê Feratê di nav sînorên Tirkîyê de, pêk anîne di bin navê (Projeya Îslaha Analolê) de, êdî wan li Efrînê jî didome.

“Herêma Çîyayê Kurmênc ji Efrîna ku em niha nas dikin mezintir e, dewleta Tirk berê dest danîbû ser parçeyake mezin ji vê herêmê ku niha di nava sînorên Tirkîyê de ye, tenê Efrîn di nava nexşeya Sûrîyê de mabû ku ta astekê çand, floklor û zimanê Kurdî parastibû, loma mêjîyê dewleta Tirk vê yekê qebûl nake”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tevî her 25 bingehên leşkerî yên artêşa Tirkîyê li Efrînê, gelek navend û xalên îstixbarata Tirkîyê jî li Efrînê hene.

Çavdêr dîyar dikin ku Tirkîye bi rêya van bingeh û navendan li Efrînê serdest e, ku çekdarên opozîsyona Sûrî jêr ferman û çavdêrîya artêş û îstixbarata Tirk de li Efrînê tevdigerin.

NR_02_01_2024_Bingehên_Artêşa_Tirk_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00
NR_02_01_2024_Bingehên_Artêşa_Tirk_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00
XS
SM
MD
LG