Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Êrîşên Ser Herêmên Kurdan li Sûrîyê Zêde Dike


Di her sê hefteyên pêşî yên meha nîsane de, balafirên bê Pîlot ên Tirkîyê 10 êrîş herêmên Rêvebiriya Xweser kirin armanc ku di encam de nêzî 25 kes bûne qûrbanî.

Piştî kêmbûneke berçav di êrîşên asmanî yên Tirkîyê li ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê di meha borî de, ku tenê 2 êrîş pêkhatin. Di vê mehê de heya dema amadekirina vê raporê 10 êrîş pêkhatin

Li gorî jêderên cûda û di nav de çavdêrîya sûrî ya mafê mirovan Di vê çarcoveyê de balafirên artêşa Tirkîyê 9 êrîş li herêma Cizîrê û Kobanê pêkanîne, û êrîşek li bakur Helebê encam da.

Her wiha di encama van êrîşan de 6 karmend û endamên Hêzên leşkerî yên Rêvberiya Xweser jiyana xwe ji destan ku 3ê ji wan jin in û 18 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Pîlancoya êrîşên bi dirûnan ku ji aliyê Tirkîyê ve pêkhatine ji destpêka meha Nîsanê û heya dema amadekirina vê raporê ev in:

- Di 1ê Nîsanê de, balafira Tirkîyê otombîleke hêzên Erkê Xweparastinê li ser rêya navdewletî M4 li başûrê bajarokê Tirbespyê arman, di encamê de di endamekî jiyan xwe ji dest da û 2 birîndarbûn.

- Di 3ê Nîsanê de dirûneke Tirkîyê li gundewarê bakurê bajarokê Tiltemerê otombîla Endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan armanc kir bêyî k utu ziyanên mirovî encam bide.

– Di 4ê Nîsanê de, di encama armanckirina navenda Asayîşê ya bajarokê Zirkanê 3 endamên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

- Di 6ê Nîsanê de, di encama bombebarana balafirên keşfê yên Tirk li li ser taxên rojhilat yên navçeya Zirkanê 3 kes birîndar bûn.

- Di 9ê Nîsanê de dirûneke Tirkîyê Xala nobedarên sînor ên HSDê li gundê Telkebez ê ku 13 km dikeve rojavayê bajarê Dirbêsiyê armanckir û di encamê de endamekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

- Di 16ê Nîsanê de xaleke Hêzên Berevaniya Xabûr yên Aşûrî ku di jêr sîwana HSDê de ye li gundê Tiltewîl li gundewarê Til Temir hat armanckirin di encamê de 2 kes birîndar bûn.

- Di 20ê Nîsanê de, malek li bajarê Qamişlo, hat aramnckirin bêyî k utu ziyanên mirovî encam bide.

- Her wiha di 20ê Nîsanê de, otomobîlek li ser rêya gundên Îdeq û Textik ên gundewarê Kobanê hat armanckirin, di encamê de HSDê jiyana xwe ji dest dan, di nav de 3ê endam ên jinin.

- Di 21ê Nîsanê de, baregeheke leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Teltemer ê li gundê Teldemşîc, armanc kir û di encamê de 3 endam birîndar bûn.

Her wiha li 22 vê mehê gundê Umbermaîl yê girêdayî Eyîn Îsa bi dirûnekê hat armanckirin.

Li alîyekî din, êrîşên bejahî û bi topan ser dirêjhayîya xeta cûdkera ki Zerganê ya girêdayî Tiltemirê hey Kobanê û Minbic û herêma Şehbayê zêde bûn

Li herêma zergan û bakûrê tiltemirê asta êrîşan pirr zêdebûne, her wisa li gorî HSD ku Tirkî amadekarîya êrîşên nû dike.

Peyvedarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Aram Henna ji Dengê Amarîka re ragihand ku " bi destpêka meha Nîsanê de Tirkîyê êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê zêdekirin e û her roj êrîşan pêktîne . "

Li alîyekî din, di pêşevçûneke de navenda bajarê Kobanê roja 22 nîsanê li çar deverên cûda bi topan hat armanckirin.

Di karvedanên wê êrîşê de , fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdê di tiwîtekê de got : “Tirkîye binpêkirina peymanên navneteweyî yên bi welatên garantor re li dijî herêmên me zêde dike.”

Her wisa roja bayloza Amerîkî roja yekşemê daxuyanî ser tiwîterê weşand têde hat gotin ku : “Em gelek ji wan raportan dilgiran in ku behsa topbarankirina Kobanê dikin û em ji canjidestdana her hemwelatiyekî sivîl jî xemgîn in.”

Di beşeke din a peyama xwe de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê dibêje, “Amerîkayê daxwaz ji hemû aliyan dike rewşê aram bikin.”

Hêjaye gotinêye ku ji destpêka sala 2022an û vir ve hejmara êrîşên asmanî yên balafirên bê pîlot yên artêşa Tirk li ser herêmên di jêr kontrola HSDê de giheştiye 24 êrîşan, ku di encamê de, 17 endamên hêzên leşkrî jiyan xwe ji destan.

Her wiha , 2 zarok û 5 jin jî ji ber van êrîşan jiyan xwe ji dest dan, ji bilî bi hwer wisa nêzî 53 kes jî birîndar bûn.

Li gorî HSD ku tevî ew bapendî peymana agirbestê ne bi garontoa Amerîka lê Tirkî di meha buherî de tenê 380 carî êrîş pêkanîn. Lê ev hejmara nehat tekez kirin, ne xasim herdû alî Tirkî û HSD hev tawandikin bi destpêkirina êrîşan.

ZO_04_25_2021_Tr_Êrîş
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00
XS
SM
MD
LG