Piştî ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) general Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şera lihevhatinek pêk hat, serdana rayedarên Tirkîyê; Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Bergirîyê Yaşar Guler, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin serdana Şamê kirin û bi Ehmed el-Şera' re hevdîtin pêk anîn.
Serdana şandeya Tirkîyê ji alîyên pisporên dîplomatîk ve wek serdaneke awarte tête şîrovekirin.
Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Bîlal Sambûr ji Dengê Amerîka re ragihand ku sedema serdana burokrasîya ewlekarîya bilind ya Tirkîyê dîzanykirina sîyaseta Sûrîyê ye.
“Çûyîna burokrasîya bilind ya Fîdan, Guler û Kalin wisa dixûyê ku Tirkîya dixwaze li ser rêveberîya Sûrîya nû bandora xwe dîyar bike. Pêkane ku li vê derê hin talîmat hatin dayîn û stratejî hatin dîyarkirin. Dîsa mimkune ku di îmzakirina makezagona demkî ya Sûrîyê de bandora Tirkîyê bûye. Tirkîye naxwaze ku statûyeke îdarî an jî xweserî ji Kurdan re were dayîn. Bi ya min serdana wan di nav van tixûban de pêk hatîye û Tirkîye dixwaze ku heremê kontrol bike.”
Piştî serdana şanda Tirkîyê ya Şamê, Wezîrê Derva Hakan Fîdan peymana ku di navbera Mazlûm Abdî û Ehmed el-Şera de pêk hat nîrxand.
“Pêdivîye rêveberîya Sûrîya nû dest bi dawîkirina dagirkirina YPG û korsanîya wî bike. Ji bo rêveberiya nû pêşniyara me ew e ku mafên Kurdan yên li Sûrîyê werin dayîn, ev ji bo serokomarê me û ji bo Tirkîyeyê pir girîng e,” got Hakan Fîdan.
Pisporê têkilîyê navnetewî Prof. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu, ji Dengê Amerîka re ragihand ku Tirkîyê li peymanê erênî temaşe dike.
“Pêvajoya çareserîyê bandor li ser Şamê û Mazlûm Abdî kir. Helwesta Enqerê li ser vê peymanê erênî ye. Lê serdana pêr ya Fîdan, Guler û Kalin hesasîyeta Tirkîyê jî dîyar dike. Lê êrîşên Îsraîlê jî bandorê li ser pêvajoyê vedide. Di ana de babet bi tevahî zelal nîne ji ber vî jî Tirkîyê geşedanan ji nêz ve dişopîne.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî ev peyman bi awayekî erênî nîşan da. Erdogan dide zanîn ku heke peyman bê kêmasî were bikaranîn dê gelê Sûrîyê qezenç bike.
Opozîsyona Tirkîyê CHP zêde dengê xwe di vî warî de dîyar neke jî lê dijî vê peymanê dernakeve. Lê Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî ragihand ku peymana ku pêk hat bi daxwazên rêberê PKK Abdullah Ocalan re digunce.
Pisporê têkilîyê navnetewî Doç. Dr. Ekrem Onen jî ji Dengê Amerîka re geşedanên dawî şîrove kir û ragihad ku li Sûrîyê hê Kurdan tiştek bi dest nexistîye.
“Qenata min ewe ku QSD û PYD’yê ji bo Kurdan tiştek nexawtine, di berê de jî statûyek nedixwastin. Dema li vê peymanê temaşe dikim tê de tiştek tune ne û ji bo Kurdan tiştekî erênî jî dîyar nabe. Bes mafê hemwelatîyê heye, lê ev maf di berê de jî li Sûrîyê hebû. Divê Kurd xwe li gor Tirkîye, Sûrîye, Îran an jî Iraqê na xwe li gor Rûsya, Amerîka û Çînê konsantre bikin.”
Nirxandina Serdana Rayedarên Tirkîyê Ya Şamê
