Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Lêhîyên Wêranker de 27 Kes li Tirkîyê Mirin


Bajarê Kastamonu ya li bakurê Tirkîyê
Bajarê Kastamonu ya li bakurê Tirkîyê

Li Tirkîyê li herama Deryaya Reş jiber lehîyên wêranker îro înîyê rewşa xeter berdewam dike, xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku hejmara mirîyan giheştîye 27 kesan.

AFAD'ê dîyar kir ku li bajarê Kastamonu 25, li Sînopê jî 2 kes jîyanên xwe ji dest dane.

Li Bartinê kesê ku di 11'ê Tebaxê de di avê ve hinda bûye, hîn nehatiye dîtin.

Heremên Bartin, Kastamonu, Gîresun û Sinop jiber lehîyan herî xirab bandor bûne.

Li gor daxuyanîya AFAD'ê gelek kes ji hereman hatine derxistin.

AFAD'ê dîyar kir ku li Ulusê, Bartinê 323 kes, li Kastamonu 925 kes, li Ayancik ya Sînopê jî 472 kes hatine derxistin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê, Suleyman Soylu, di serdana xwe ya heremên bin lehîyê de got ku ew lehî felaketa herî xirab e ku wî dîtiye.

"Xeterîya ku hemwelatîyên me rûbirû ne mezin e û gelek zarar giheştîye binesaziyê," Soyli got. .

XS
SM
MD
LG