Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye di Operasyoneke Derveyê Welêt de Birazayê Gulen Dester Dike


Fethullah Gulen
Fethullah Gulen

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku ajanên Tirk birazyê Fethullah Gulen yê li Amerîka dimîne di opersyoneke derveyî welêt girtine û ew anîne Tirkiyê ku were darizandin.

Ajansê dîyar kir ku Selahaddîn Gulen ku Tirkîyê bi tawana endamtîya rêxistina terorê li wî digerîya, di operasyona ajansa îstixbarata neteweyî ya Tirkîyê (MIT) de hatiye desteser kirin.

Di ragihandinê de nehat gotin ku Selahaddîn Gulen li ku derê hatiye desteser kirin û kengî hatiye anînê Tirkîyê. Lê, tê bawer kirin ku birazyê Gulen li Kenya dijya.

Doza wî, yek ji kiryarên herî dawî ya hikûmeta Tirk e ku mirovên bi tevgera Gulen ve girêdayî ne bi zorê tîne Tirkîyê jiber ku wan bo hewla derbeya serneketî ya 2016'an tawanbar dike.

Tirkîyê tora Gulen wekî komekî terorîst ya bi navê Rêxistina Terorê ya Fethullah Gulen (FETO) destnîşan dike.

Serokê Tirkîyê Erdogan serê meha Gulanê de ragihandibû ku endamekî navdar yê tora Gulen hatiye girtin, lê hûrgulî nedabû.

Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de, hin komên di nava artêşa Tirk de tank, balafirên şer û helîkopter bikar anîn da ku desthilatdarîya Erdogan bi dawî bikin.

Balafirên şer parlamento û cihên din yên li paytexta Tirkîyê bombebaran kirin.

Piştî banga Erdogan ya di wê şevê de, bi hezaran kes daketin kolanan da ku darbeyê bidin sekinandin.

Di encama bûyeran de, bi tevahî 251 kes hatin kuştin û nêzî 2.200 kes jî birîndar bûn.

Her wiha nêzî 35 kesên ku beşdarî hewla darbeyê bûbûn jî hatin kuştin.





XS
SM
MD
LG