Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê jiber vîrusa korona li 30 bajarên mezin qedexeya derketina derve ragihand.
Qedexeya derketina derve ya bi du roj, roja Şemî bi saeta herêmî 00:00 destpê kir û dê heta roja Yekşemê, 23:59 bidome.
Berî qedexe destpê bike, niştecihên bajarên mezin bo pêdivîyên xwarin û vexwarinê bistînin derketin derve û li pêş market û firinan rêzên dirêj çêbû.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Suleyman Soylu bang li hemwelatîyan kir ku panîkê çênekin.
Soylu da zanîn ku dê di qedexeya derketina derve de firin û dermanxane vekirî bimînin.
Vîrusa korona li Tirkîyê heta niha 1006 kes kuştine.