Li Sîvrîce ya Elezîz ya li rojhilata Tirkîyê erdhejeke bi hêza 6.8 qewimî.
Erdhej li Meletî, Semsur, Amed û Dêrsimê jî hat hîskirin.
Karbidestên Tirk radigihînin ku di erdhejê de bi kêmî ve 14 kes jîyana xwe ji dest dane ku ji wan 8 li Elezîzê bûne, 6 jî li Meletîyê.
Di erdhejedê de bi sedan kesên din jî birîndar bûn û bi dehan avahî hilweşîyan.
Erdhej xêncî Tirkîyê, li bakurê Sûrîyê, Ermenistan û Gurcistanê jî hat hîskirin.