Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewas Xelîl Endamê Civata Opozisyona Sûrî Nêzîkbûna Tirkiyê Û Rejîma Esad Dinirxîne


Hawas Khalil
Hawas Khalil

Serok hikûmetê Tirkiyê Bînalî Yildirim, roja çarşemê da zanîn ku ew daxwaza normalîzekirina têkiliyan dikin li gel Sûriyê.

Piştî hewildaên vegernadina têkilyên dîplomasî li gel Rusiya û Îsrailî, niha Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe yên bi rejîma Esad re vegerîne ser rewşa beriya sala 2011an.

Desthiladariya tikriyê ji sala 2011an heta niha gropên opozisyona Sûrî destek dike û çek û alîkariyên lojîstîkî dide wan û armanca wê jinavbirina rejîma Esad bû, heta niha bi 100 hezaran kes di şerê çend salî de hatine kuştin, zêdetirî 3 Mîliyon kes koçber bûne, bi tenê li tirkiyê 2.75, Mîliyon kesên penaber hene.

Dengê Amerîka liser pirsa daxuyaniya serok wezîrên tirkiyê Bînalî Yildirim yên hewildanên vegerandina têkitiyan bi rejîma Sûrî re hevpeyvînek li gel endamê ENKSê û endamê civata opozisyona Sûrî Hewas Xelîl encam da.

Birêz H.Xelîl da zanîn ku ev sê rojin, endamên opozisyona Sûrî civînan liser rewşa van têkilyan encam didin û daxwaz ji nûnerê opozisyonê li tirkiyê hatiye kirin ku, rastiya meselê bizane.

Herweha di beşekê din yê axiftinên xwe de Hewas Xwelîl dibêje hewildanên welatê Cezayir jibo nêzîk kirina aliyê Sûrî û Tirkî metirsiya wê liser kurdan heye ku, weke sala 1975an li dij tevgera kurdan peymanek din derkeve holê, jiber ku hertim welatên serdest peyman li dij kurdan encam dane û tevgerên wan lawaz kirine.

Hevpeyvîn li gel Hewas Xelîl
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG