Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamana Tirkîyê Kurtulmuş Dibêje Danûstandinên Ser Qanûna Bingehîn ya Nû Erênî Ne


Serokê Meclisa Tirkîyê Numan Kurtulmuş
Serokê Meclisa Tirkîyê Numan Kurtulmuş

Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş îro Şemîyê dîyar kir ku ew ser danûstandinên jibo çêkirina qanûneke bingehîn ya nû geşbîn e.

Kurtulmuş di vegera Qazaqistan û Ozbekistanê de li ser pirsên derbarê çêkirina qanûneke bingehîn ya nû ji rojnamevanan re got ku ewê berê rêbazên xwe dîyar bikin û piştre nîqaşan çêkin.

‘’Partîyên sîyasî yên li meclîsê komên wan hene wê rêbazê dîyar bikin. Derfetên partîyê me jibo kombûnê hene. Di serdanên me yên pêşî de ti partîyê derîyê xwe negirt.’’

Wî got ku her çiqas îtîrazên hin partîyan hebin jî ew vê yekê fehm dikin û ew bi awayekî geşbîn li danûstandinan dinêrin.

Kurtulmuş dîyar kir ku ewê di rojên pêş de li derveyî parlamanê li fikrên sazîyên sîvîl, hiqûqnasan û platformên din jî guhdarî bike.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel, ku rêberê opozîsyona serekî ye, di rojên borî de ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re gotibû ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li gor qanûnê tevnagere û ew di van şertan de ser çêkirina qanûneke nû ne geşbîn in.

"Ger partîya desthilatê li gor qanûna bingehîn tevbigere emê pirtir nêzîkî danûstandinên ser çêkirina qanûneke nû bibin. Niha em ji vê yekê pir dûr in.’"


Gotinên Ozel li vê demê rast tên kun CHP ya sekuler û li navendê bi rêjeya dengên xwe yên hilbijartinên 31’ê Adarê AKP ya konservatîf, ku pirtir ji 20 sal in li desthilatê ye, cara pêşî derbaz kiriye.

Karbidestên AKP’ê dibêjin ku 95 ji sedê dengên hemwelatîyên Tirkîyê li parlamanê tê temsîl kirin ku ew jî jibo pirdengîyê rêjeyeke baş e.

Agahîyên parlamana Tirkîyê nîşan didin ku li parlamanê 14 partîyên sîyasî hene û 6 partîyan jî li parlamanê kom çêkirine.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku wek partîyeke pro-Kurd tê zanîn, dîyar dike ku ew bi awayekî erênî li çêkirina qanûneke nû dinêre, lê dibêje divê ew qanûn nebe qanûna desthilata AKP’ê.

Berpirsên DEM Partî dema bi Kurtulmuş re kom bûn ji wî re fikarên ser girtîyên sîyasî û erkdarkirina qayuman û perwerdeya bi zimanê zikmakî gotin.

Jêder: VOA, TBMM, Reuters, ANKA

XS
SM
MD
LG