Li Betlîsê di navbera artêşa Tirkîyê û endamên Partîya Karkerê Kurdistan (PKK)ê de şer derket, di encamê de cerdevanek û leşkerek hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Îro Çarşemê Walîtîya Betlîsê ragihand ku li gundê Anaderê ya bajarokê Tatwanê di destpêka pevçûnê de cerdevanê bi navê Yucel Akî yê 24 salî hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne û ew veguhastine nexweşxanêya bajarokê Tatwana Betlîsê.
Walîtîya Betlîsê got ku serbazê birîndar yê bi navê Bakî Koçak li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
Di berdewamîyê de hat dîyar kirin ku jibo bêbandorkirina endamên PKK’ê operasyon bi piştevanîya hêzên esmanî hatiye berfireh kirin.
Heya dema amadekirina vê raportê, ji alîyê PKK'ê ve derheqê şer de ti daxwuyanî ne hatibû dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku van demên dawî artêşa Tirkîyê li hember PKK’ê operasyonên xwe li gundewarên Amed, Betlîs û herema Kurdistana Îraqê zêde kirine.