Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Tirkîyê Meha Borî Ser Aştîya Kurdan û Tirkan Çi Axifî?


Rojeva Tirkîyê meha borî bi nîqaşên ser peyvajoyeke nû ya aştîya Tirkan û Kurdan dagirtî bû.

Peyvajoyê 1’ê Cotmehê, di roja yekê ya dewra nû ya parlamana Tirkîyê de dema Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî dest da parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) destpê kir.

Bahçelî piştî destdanê ji rojnamevanan re got ku ew dikevin qonaxeke nû û ku çawa ku ew jibo cîhanê aştîyê dixwazin divê ew li welatê xwe jî aştîyê çêkin.

Wî paşê di daxuyanîyeke din de got ku bi gotinên Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wî biryar daye ku wisa tevbigere.

Erdogan di axaftina xwe de îdia kiribû ku berê Îsraîlê li Tirkîyê ye û bang xurtkirina enîyên welêt kiribû.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, roja yekê ya dewra nû ya parlamana Tirkîyê derbarê silava Bahçeli got ku ne rewşeke nedîtî y0, lê divê li parlamanê tiştên wisa biqewimin.

Bakirhan bi berdewamî got ku nêzî wan şer çêdibin û ew nizanin ku ewê şer derbazî ku bibe.

Di komcivînên partîyan yên 8’ê Cotmehê de Bahçelî got ku wî bi destdanê teklîf kiriye ku DEM Partî bibe partîya Tirkîyê, dûrî terorê bisekine û biratîya Tirkan û Kurdan ya hezar salî xurttir bike.

Erdogan jî ser gotinên Bahçelî dîyar kir ku ew hêvî dikin ku muxatabên ku jibo wan dest hatine dirêj kirin qîmeta vê yekê bizanin.

Bahçelî 22’yê Cotmehê di komcivîna partîya xwe de bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kir ku di komcivîna DEM Partî de dawî li terorê bîne û rêxistinê pûç bike.

Wî dîyar kir ku ger ew vê bangê bike ewê bixwazin jibo mafê hêvîdarbûnê yê girtîyan rêk û derîyên qanûnî vebin.

Vê bangê li rojeva Tirkîyê deng veda û roja din li TUSAŞ ya paytexta Enqerê êrîşeke çekdarî li dar ket.

Di êrîşê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn û berpirsîya êrîşê PKK’ê girt ser xwe.

Navenda Parastina Gel (NPG) ya girêdayî PKK’ê dîyar kir ku êrîş berê hatiye plan kirin û ti peywendîya wê rojeva sîyasî re tuneye.

Parlmanterê DEM Partî yê Ruha Omer Ocalan, ku birazîyê Abdullah Ocalan e, 24’yê Cotmehê ragihand ku ew 23’yê Cotmehê li Girtîgeha Îmraliyê bi serokê PKK’ê re axifîye.

Bi wê danûstandinê piştî 43 mehan cara pêşî bi Ocalan re hevdîtineke eşkere çêbû.

Omer Ocalan ser danûstandinê ji X’ê ragihand ku Abdullah Ocalan gotiye tecrîda li ser wî didome û ger şert çêbin ew dikare peyvajoya şer û pevçûnan bibe ser zemîna hiqûqî û sîyasî.

Erdogan 30’ê Cotmehê ser banga Bahçelî ya jibo Ocalan piştgirîyeke tam da serokê MHP’ê.

Wî dîyar kir ku Bahçelî bi wêrekî û bi awayekî dîrokî axifîye.

Tirkîye salên 2010’î jî du caran ket prsosên çareserîyê lê danûstandin bi ser neketin.

Karbidestên dewleta Tirkîyê û endamên PKK’ê sala 2010’an hevdîtin kirin, lê peyvajo pêşve neçû.

Sala 2013’an parlamanterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku pêşengê DEM Partî bû, bi hikûmetê re û Îmrali û PKK’ê re danûstandin kirin, lê bi hilbijartinên 2016’an re dawî li wê peyvajoyê jî hat.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, Gazete Duvar, NTV, X

XS
SM
MD
LG