Tirkiyê îro Şemiyê ragihand ku, Wezîrê Derve Hakan Fîdan dê roja Yekşemê serdana Iraqê bike ji bo gotûbêjkirina şerê li dijî hêzên kurdî, pirsên ewlehiyê û pêwendiyên di navbera her du welatan de.
Tê çaverêkirin ku Fîdan tekez bike ku Tirkiye piştgiriya hewlên hikûmeta Iraqê dike ku êrişên Îsraîlê li herêmê û geşedanên li Sûriyê bandoreke neyînî li Iraqê neke.
Li gor medya Tirkî, Fîdan dê tekezî li ser giringiya danana diyaloga avaker û bihêzkirina peywendiyên cîrantiya baş di navbera hikûmetên nû yên Iraq û Sûriyê de bike.
Têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyê de di salên borî de ji ber êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê aloz bûbûn, ku hikûmeta Iraqê wan êrîşan weke binpêkirina serweriya xwe bi nav dike.
Lê piştî ku Bexdayê sala borî PKK wek "rêxistineke qedexe" ragihand, têkilî baştir bûn û her du welatan li hev kirin ku hevdîtinên derbarê ewlehiyê yên di asta bilind de pêk bînin.
Serdana Fîdan di demekê de ye ku Tirkiyê daxwaz ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Kurd li Sûriyê kiriye ku piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed çekan deynin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê dike, ku Amerîka piştgiriya wan dike, û roleke mezin di têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞ'ê de lîstiye. Tirkiye dibêje, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji berfirehbûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û weke şaxekî wê dihesibîne.
Fîdan dê ligel Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şîa El-Sûdanî, Wezîrê Derve Fuad Husên û berpirsên din yên Iraqî re bicive.
Wezîrê Derve yê Îraqî Fuad Husên roja Pêncşemê got, eger Tirkîyê êrîşî hêzên Kurdî li bakurê Sûrîyê bike, ewê metirsîdar be û dê bêtir xelk koçber bibin.
Serdana Fîdan di demekê de tê ku hewleke siyasî li Tirkiyê ji bo bidawîkirina nakokiyên bi dehan salan yên wî welatî bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re heye.
Jêder: Reuters/Medya Tirkî