Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku ew lihevkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûrîyê ji nêz ve dişopînin.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Tirkîyê Zekî Akturk di brîfînga rojane de li ser pirseke derbarê lihevkirina HSD û Şamê got ku ewê li bandora wê ya li qadê binêrin.
‘’Emê encamên erênî û neyênî yên wê lihevkirinê, bandorên wê yên zelal ji nêz ve bişoînin. Wek Tirkîye biryardarîya me jibo têkoşîna dijî terorê didome.’’
Wî got ku ew dixwazin yekîtîya axa Sûrîyê çêbe û dîyar kir ku di vê helwesta wan de ti guherîn çênebûye.
Akturk bi berdewamî got ku îro wê nûnerê wan yên li Sûrîyê bi wezîrê berevanî yê wî welatî re bicive û dîyar kir ku ewê şandeyeke leşkerî jî di rojên pêş de here wî welatî.
HSD ya bi pêşengîya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di rojên borî de bi hikûmeta Şamê re li hev kir.
Li gor lihevkirinê sazîyên sîvîl û leşkerî yên di bin kontrola HSD’ê de wê jibo dewletê werin entegre kirin.
Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di bin kontrola HSD’ê de ye.
Enqere YPG’ê wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) yê li Sûrîyê dibîne û dibêje divê çekan berde.
Serokê PKK’ê Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.
Jêder: Artı Gerçek, VOA