Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Pêncşemê got ku Tirkîyê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re ti peymana agirbestê çênekiriye.
Gotina karbidestê Tirk berovajî gotinên Amerîka ya ser agirbesta li bakurê Sûrîyê ye.
Wî karbidestî got ew bawer dikin ku Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê, ku Tirkîye piştgirî dide wê, dikare bakurê Sûrîyê azad bike.
Tirkîye îdia dike ku bakurê Sûrîyê ji alîyê çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatiye dagir kirin û dibêje her du kom jî rêxistinên terorê ne.
Amerîka li bakurê Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike ku pêşenga wan hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e.
Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di destê HSD’ê de ye.
HSD bi daxuyanîyan dîyar dike ku Amerîka jibo aramîya herêmê di hin hewildanan de ye, lê Tirkîye û komên bi piştgirîya wê êrîşan dibin ser wan axan ku di bin kontrola wan de ne.