Li Tirkîyê hilbijartinên giştî yê parlementoyê û yên serokomarîyê di 14’ê Gulana 2023’yan de hatibû çêkirin. Hê li ser van hilbijartinan salek û nîv derbas nebûye ku, li ser hilbijartinên pêşwext gengeşî destpêkirin.
Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand li Tirkîyê pêwdivî bi hilbijartinên pêşwext heye. Ozel jibo hilbijartinê jî Mijdara 2025 an jî bihara 2026'an nîşan da.
Li gor makezagonê heke hilbijartin di dema normal de pêk were Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan car din nikare bibe namzed, lê heke hilbijartineke pêşwext pêk were Erdogan dikare bibe. Li ser rewşa Erdogan Serokê Giştî yê CHP’ê Ozer wiha got:
“Em dixwazin Erdogan jî namzed be û em ewî têk bibin. Heke ew nebe namzed wê gavê dê bêjin ‘heke Erdogan namzet biba ewê serkeftî ba’. Jiber ku pêdivîye em rê nedin vê nêrînê û bila Erdogan namzed be û em jî li hemberî wî serkeftî bin.”
Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk bersîva Ozgur Ozer da û got, “Ozgur Ozel dibêje ewê Serokomarê me têk bibe. Eva di sala 2024’an de esprîya herî xirab e. Di rojeva me de hilbijartineke pêşwext tunene, bi ya min di nav CHP’ê de hilbijartineke pêşwext heye.”
Hevparê desthilatîyê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) jî ragihand ku ew hilbijartineke pêşwext naxwazin.
Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ji Dengê Amerîka re ev geşedanên hilbijartinê nîrxandin.
“Di nav salek û nîv de dîyar bû ku AKP êdî nikare desthilatîyê bidomîne. Aborî têk çûye, di nav gel de nakokî her ku diçe zêde dibe û gel her ku diçe ji AKP’ê dur dikeve. Di hilbijartinên şaredarîyê de jî ji xwe AKP’ê winda kir. Qasî ku em dibînin daxwazên gel jî hilbijartineke pêşwext e.”
Hilbijartinên asayî li Tirkîyê wê di sala 2028’an de were çêkirin. Lê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî wek CHP’ê daxwaza hilbijartinên pêşwext dike. Parlementerê DEM Partîyê Heval Bozda ragihan ku ewan piştî hilbijartinên şaredarîyê banga hilbijartinên pêşwext kiribûn.
“Piştî hilbijartinên şaredarîyê wek DEM Partî, ji xwe me banga hilbijartinên pêşwext kiribû. Ev helwesta me hê jî berdewam dike. Lê dikarim bêjim ku hilbijartineke pêşwext bi kêrî desthilatîyê nayê, jiber vî jî pêkan nîne desthilatî hilbijartineke pêşwext bike. Jibo ku desthilatî li ber polîtîkayên xirab di nav gel de her ku diçe lawaz dikeve.”
Parlementerê AKP'ê yê Dewra 27'emîn Zîver Ozdemîr, ji Dengê Amerîka re helwesta opozîsyonê nîrxand.
“Opozîyon di hilbijartinên şaredarîyê de serkeftî bû, lê ana behsa hilbijartinên pêşwext dike. Bi ya min opozîsyon hilbijartineke pêşwext naxwaze armanca opozîsyonê ewe ku serê gel têkel bike û gel têxe nav panîkeke û bi jî jî li ser desthilatîyê bandoreke psikolojîk çêke, lê ewê di vê armanca xwe de serkeftî nebe.”
Hêjayî balkişandinê ye ku, jibo hilbijartina pêşwext an Serokomar dikare vê yekê erê bike, an jî di nav parlementoyê de 360 dengê belê were dayîn. Jibo 360 dengan jî pêdivîye ku parlementerên desthilatî û optosîsyonê pêk ve dengê erê bidin.