Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Balyozxaneya Xwe ya li Şamê Digire


Tirkîyê balyozxaneya xwe ya li Sûrîyê daxist, bi sedema ku şert û mercên ewlehîyê xirabtir dibe.

Tirkîyê hefeya borî hişyarî da hemwelatîyên xwe yên li Sûrîyê ku ewê xizmetên xwe yên li balyozxaneya li Şamê rawestîne û bang li wan kir ku vegerîn malê.

Tirkîye bi awayekî zêde, nerazîbûna xwe dîyar dike ku divê xunrijandina li Sûrîyê bisekine. Nêzîkî 17.000 penaberên Sûrî ji şerê berdewam revîn û derbazî hêla Tirkîyê bûn.

Enqere, her wiha mêvandarîya kombûna hefteya pêş ya ser Sûrîyê dike ku Amerîka jî, li ber e, mijara şandina alîkarîya, bi gotina wê, ne çek û sîlahî bişîne serhildayên Sûrî.

Bi alîyekî din ve, bizavkarên demokrasîxwaz li Sûrîyê dibêjin, hêzên artêşê îro Duşemê bajarê Hums topbaran kir û jimareke xanîyan şewitandin.

Hums yek ji navendên herî xûrt ya serhildayan e. Bizavkarekî Sûrî got, hikûmet dixwaze bajarê Humsê wêran bike.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî hindik 8.000 kes di tepeserkirina hikûmeta Beşar Esed de li nav sala borî hatine kuştin. Lê, hikûmeta Sûrî dibêje, terorîstên bi piştgirîya hêzên bîyanî wan êrîşan pêk tînin.

XS
SM
MD
LG