Gefên Tirkiyê li dijî herêma rojhilatê çemê Firat û desthilatdarîya wê herêmê tên berdewam kirin.
Serokê Tirkiye Receb Teyyib Erdogan dibêje, di demek nêzîk de, leşkerê wan dê derbasî deverên li rêj kontrola hêzên Kurdan de li Sûrîye ku hêzên Amerîkê li wê deverê hene û alikarîya hêzên Kurdan dike li dijî terora DAIŞ'ê.
Têkelîyên Enqere û Washington aloz bûne piştî ku Amerîka di çarçeva çerê dijî DAIŞ'ê de alîkariya hêzên Kurdan dike li wê herêmê.
Kurdên Sûrîya dostên Amerîka ne di şerê dijî Daîşê de û Tirkiye havalbenda 60 salî ya Amerka ye di hevpeymaniya NATO de,
Erê Amerîka dê bikare belansa hevlabendiya herdu aliyan ragire?
Aya armanca hebûna Amerîka li Sûriyê bidawîbûna şerê li dij DAIŞ'ê, dê ew jî bidawî bibin yan armancên din li pêşiya Amerîka hene?
Bernamê Tîrêj ev pirs û gelek pirsên din arasteyî herdu mêhvanên xw, biriz Dr.Mehmod Ebbas çavdêrê siyasî li Amerîka û nûnerê TEV-DEM li herêma Kurdistanê birêz Fethullah Huseynî kirin.