Piranîya rêkxistîyên mafên mirovan bawer dikin ku rewşa azadî û mafên mirovan li Tirkiyê pir bi tirs e, piştî zêdebûna bandora desthilatdarîya AKP û referanduma berfirehkirina desthilata serok û ragehindina rewşa awarte.
Rêkxistîya çavdêrîya mafên mirovan di raporta xwe ya salane da diyar dike, ku Tirkiyê rewşa awarte bo tepeserkirina oposizyonê û qaymkirna hikûmetê bikar anî, nimaze biryara dirêjkirina girtina hevserokê berê yê HDP Selahettin Demirtaş tevî biryara dadgeha Ewropa ya mafên mirovan bo azadkirina wî.
Bernamê Tîrêj zêdetir ronîyê liser vê mijarê dixe, digel mihvanê bernameyê birêz, Şêxmûs Sefer, serokê bere yê PENa Kurd.
Civaknas û nivîskar Sefer dibêje "Rêkxistîyên mafên mirovan berevanîyê ji mafê Kurdekê dike lê li mafê gelê Kurd nake"