Çalakvana Kurda a Êzidî Nadya Murad ji aliyê komîta destnişankirina Nobelê xelatê aştîyê wergirt, piştî du salan ji wergirtina xelatê Zaxarov û destnişankirina wê weko balyoza aştîyê ya netewên yekgirtî.
Nadya Murad nimûneka qurbanîyên êrîşa hovane ya çekdarên Dewleta Îslamî yan Daişê, ku li havîna sala 2014 êrîş biser devara Şengalê kir. Ev êrîşe bo sedema kuştina hezaran kesan û koçberbûna sedan hezaran û girtina hezaran keç û jinên Êzidî. Nadya Murad yek ji wan bû.
Bernama Tîrêj liser girngîya xelatkirina xanim Nadya bi beşdarîya birêz Serhan Îsa peyvdarê encûmena Êzidîyn Sûrîye û Dr. Seid Pîr Çiçû rawesta, Îsa bawer dike ku xelatkirina Nadia Murad pîştgirîya civaka navnetewî ye bo doza Êzidîyan û jinan û bi giştî ya Kurd û tevaya aliyên dikevne ber zordarîyan.
Dr. Seid dibêje, cîhan du rû ye, eger na çima heta niha bi hezaran jin û keçên Êzidîyan di destê Daîş de dimînin.
Dirêjahîya bernama Tîrêj divê lînkê de ye